Jin dixwazin di nava şêwirmendên serokê herêmê de cihê xwe bigrin

Di kabîneya nû ya Hikumeta Herêma Kurdistanê de 17 wezîrên zilam û tenê 3 wezîrên jin hene. Ev yek ne bi dilê jinane. Jinan dixwestin rêjeya tevlîbûna jinan ji sedî 30 be. Lê tenê ji sedî 14 tevlîbûn pêkhat. Ji bo vê niha jin hewl didin jin dinava şêwirmendên serokê herêmê de cih bigrin.


Komek çalakvanên mafên jinan diparêzin beriya çend mehan bi armanca jin ji sedî 30 tevlî kabîneya nû ya Hikumeta Herêma Kurdistanê bibin, xebatek dabûn destpêkirin.

Koma jinan ji bo ku bigihin armanca xwe, serdana gelek aliyên siyasî yên tevlî hikumetê bibûn kirin. Jinan daxwaz ji aliyên siyasî kiribûn daku di pêkanîna kabîneya hikumeta nû de rengê jinan diyarker be. Lê di kabîneya hikumetê de tenê 3 jinan cihê xwe girtin.

Yek ji endama koma jinan Rêzan Şêx Dilêr balkêşa ser tevlîbûna jinan ya di kabîneya nû de û got; “Tevlîbûna jinan ya di hikumetê de ne li gorî ku me dixweste. Ji bo vê emê ji bo ku jin cihê xwe di nava şêwirmendên serokê herêmê de cih bigrin hewl bidin.”

Rêzan da zanîn ku her çiqas li gorî ku dixwestin jin di nava kabîneya nû de nîne, lê ji kabîneyên berê baştire û wiha pêde çû; “Herêma Kurdistanê di aliyê tevlîbûna jinan ya di saziyên hikumetê de, ji Iraqê baştire. Ji ber ku di nava Meclîsa Wezîrên Iraqê de tenê yek jin jî nîne. Herwiha ji ber ku cara yekem seroka parlamento bûye jin, em gelek kêfxweşin. Ji bo vê seroka parlamentoyê dikare ji bo çareser kirina pirsgirêkên di nava civakê de rolek girîng bilîze.”

Herî dawî Rêzan got; “Emê hewl bidin di dema bê de bi rêya parlamentoyê rêjeya tevlîbûna jinan ji sedî 30 bibe yasa. Di bernameya me de heye ku em konferansek derbarê rolê jinan de lidarbixin. Emê di wê konferansê de pêşniyarên xwe pêşkêşî kabîneya nû ya Hikumeta Herêma Kurdistanê bikin.”

 (nr)