Jinên Binarê Qendîlê behsa kesayeta Diyar Xerîb kirin

Jinên Binarê Qendîlê têkildarî kesayeta şehîd Diyar Xerîb axivîn û gotin; Diyar Xerîb gelek caran ji mere di got destpêkê xebat ji bo mirovahiye pişte ji bo Kurdayetî ye.


Di 5’ê Tîrmehê de Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) li gel du gerîlayên din di encama êrîşek hewayî ya balafirên şer ên dewleta Tirk de li Qendîlê şehîd bibû. Jinên Binarê Qendîlê ku ji nêz ve Diyar Xerîb nasdikirin, têkildarî kesayet û xebata wî ji Rojnews’ê re axivîn.

Emîne Hemed xelkê gundê Pirdeşal ê Binarê Qendîlê ye. Têkildarî kesayeta şehîd Diyar Xerîb axivî û got; “Dema cara yekê min heval Helmet dît ez şaş mam, kesek hêmin û li ser xwe bû. Ez li gel de axivîm min gelek şîret lêkirin, ji bo mînak min jêre got, divê em ji welatê xwe hezbikin, divê gelê Kurd bi hevre başbe, tu deman cûdahî nexin nava hizbên Kurdan. Şehîd Helmet hertim hêvî dixwest ku nexweşî jinava Kurdan rabe û dubendî di nava hizbên Kurdan de nemîne. Xebat û têkoşîna heval Helmet ne tenê ji bo gelê Kurd bû, di heman demê de ji bo tevayî gelên bindest bû.”

Emîne Hemed di dewama axaftina xwe de behsa hêviyên şehîd Diyar Xerîb kir û wiha domand; “Hêviya heval Helmet ew bû ku kongreya netewî were lidarxistin, hemû Kurd bihevre bicivin. Heval Helmet kesek şoreşger bû, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê çavê wî bi her kesek ketiba, zarok ba, ciwan yanjî extiyar ba silav didayê û rêz ji herkesî re digirt. Tevayî jiyana xwe pêşkêşî mirovayetî, Kurdayetî û xizmeta gel û welat kir. Jiyan ji destdana heval Helmet wendahî û xemek giran bû ji bo şoreşa azadiyê. Nihajî dema li gel xelkê di axivim dibêjin şehîd Helmet, lê ez qet nikarim bêjim şehîd Helmet, ji berku heya niha jî bawernakim şehîd bûye, bi pesnan mirov nikare kesayeta wî bîne ziman.”

Hevseroka Şaredariya Binarê Qendîlê Gulale Osman ku ji beriya Diyar Xerîb şehîd bikeve dîtibû, têkildarî kesayeta Xerîb wiha axivî; “Şehîdbûna heval Helmet karesatek gelek mezin bû. Her kesek carek heval Helmet dîtiba bi gotin û nêzîkatiyên wî şaşmayî diman. Bandoriyek a wî gelek mezin li ser gelê Başûrê Kurdistanê hebû. Ji bilî karên hizbî wî pêşengtî ji hemû Kurdek re dikir. Hertim di baweriya wî de wisan bû ger Kurd hevdû bigrin wê tû hêzek nikare xwe li ber Kurdan bigirtiba. Hertim ji me re digot, em ji mirovan hezdikin û em kar ji bo mirovahiyê dikîn. Di got, divê netenê em ji bo Kurdayetî kar bikin, divê destpêkê ji bo mirovahiyê piştre ji bo netewayetî kar bikîn.”

Têkildarî kesayet û hevaltiya Diyar Xerîb a li gel jinan jî Gulale Osman got; “Heval Helmet rêzdariyek taybet nîşanî jinan dida. Hertim piştgirî dida jinan. Di got, divê jin baweriyek tam bi jêhatin û hêza xwe hebin. Di semînerek de ku herî dawî bû min ew dît, wisan di axivî her wekî ku şîretên xwe yên dawî li me bike û cara dawî be me bibîne. Heval Helmet bandoriyek xwe ya zêde dinava gelê Başûrê Kurdistanê de dabû çêkirin. Ji bona wê dijmin û xêrnexwazên Kurdan vê hezkirina gel a li beramberî heval Helmet qebûl nekirin û şehîd xistin. Bi şehîd xistina heval Helmet re xwestin şoreşa azadiyê bêdeng bikin. Lê berovajî agirê şoreşê ji nûve gurtir bû.”

(şk)