Jinên Êzidî: Yekîtiya Ezidxanê pêkanîna xeyala Mam Zekî ye

Jinên Şengalê, destnîşan kirin ku xeyala Mam Zekî avakirina yekîtiya Êzidxanê bû û gotin ku ew ê xwedî li hêviyên Mam Zekî derkevin, yekîtiyê pêk bînin.


Jinên endamên Tevgera Azadiy Jinên Êzidî (TAJÊ), bi minasebeta yekemîn salvegera şehadeta Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) ku di 15’ê Tebaxa 2018’an di bombebarana balafirên şer ên dewlet Tirk de şehîd bibû, behsa ked û têkoşîna Şengalî kirin.

Endama TAJÊ Hezar Mendodi şexsê Mam Zekî de hemû şehîdên şoreşê bibîr anîn û hestên xwe wiha anîn ziman: “Dijmin xwest bi hedefgirtina Mam Zekî re hebûn û yekîtiya gelê Êzidî tune bike. Ji ber ku hemû ked û xebata Mam Zekîli ser yekîtiya Êzidxanê bû. Mam Zekî Şengalî xwedî li gelê Êzidî derdiket. Dijmin negihîşt armanca xwe. ji ber ku îro bi dehan Mam Zekîderketine û ji bo xweseriya Şengalê tekoşîn dikin. Emê jî weke jinên Êzidî ji bo tifaqa civaka xwe, ji bo yakîtiya Êzidxanê kar bidin meşandin.”

Endama Meclîsa TAJÊ  Neam Elyas jî nerînên xwe wiha anîn ziman: “Ez Şehîdê mezin  Mam Zekî Şengalî bibîr tînim û bejna xwe li ber bîranîna wî ditewînim. Şehadeta Mam Zekî Şengalî ji bona civaka Êzidî gelekî giran bû. Şehîd Zekî baweriya me û situna tifaqa me bû. Salên dirêj Mam Zekî bê navber kar meşand û xwest gelê Êzidî yekîtiya xwe ava bike. Meha Tebaxê ji bo me gelekîgirîng e, ji bo em karibin bibin bersiva êrîşan, pêwîste em xwedî li xeyalên Mam Zekî Şengalî derkevin.”

Xerîb Reşo ku li Serdeşta Çiyayê Şengalê dijî, hest û nerînên xwe wiha anîn ziman: “Di serî de di şexsê Şehîd Zekî Şengalî de hemû şehîdên ji bo Ezidxanê canê xwe dane bibîr tînim û ji malbatên wan re sersaxî dixwazim. Piştî fermana 73’yan ku 3 tebaxa 2014’an bi ser gelê Êzidî de hat, Mam Zekî Şengalî berê xwe de Şengalê. Di nava Civaka Êzidî de Mam Zekî xwedî kedeke mezin bû. Bi taybet ji bo yekîtî û tifaqa Êzidiyan roj bi roj ked da û xebat meşand. Şehît Mam Zekî dixwest bi yekîtî û tifaqê jiyanek nû di nava Êzidiyan de ava bike. Mam  Zekî Şengalî bi sekin, hevaltî û danustendinên xwe di dilê me hemûyanda cih girt. Emê xwedî li xeyalên Mam Zekî Şengalî derkevin. Lewre pewîste destpêkê em yekîtî û tifaqa xwe ava bikin. Bi vî awayî em dikarin li hemberî erîşan xwe biparêzin û liber xwe bidin. Heta yek keç û xortên me hebin, em ê heyfa Mam Zekî hilînin. Edî di YBŞ/YJŞ’ de bi sedan Derweş hene ku tola Mam Zekî rakin”.