Jinên  Kerkûkê dixwazin bibin polîs

 Komeleya Hêwa ya Iraqê di çalakiyekê de bang li Wezareta Hundirîn a Iraqê kir ku ji bo jinan derfetê kar peyda bike û jin beşdarî li hêzên ewlehiyê bibin û gotin;"Bi vê riyê dikarin li Kerkûkê  mafên mirovan pêş bixîn û aramiya bajêr ber bi pêş bibîn."


Şaxê Komeleya Hêwa ya Iraqê ya Kerkûkê li Navenda Rewşenbîrî ya Kerkûkê çalakiyek lidar xist û xwest ku jin li hêzên polîs û ewlehiyê werin tayîn kirin.

Di çalakiyê de daxuyaniya Komeleya Hêwa ya Iraqê ji aliyê Hewjîn Hecî ve hate xwendin.  Di daxuyaniyê de wiha tê gotin;"Weke komeleya jinan û keçên Kerkûkê ji bo kampanya 'Ew jinin' pêşengî kiriye. Em dixwazin di warê kar de wekhevî li gorî madeya 14 û 16 ya destûra Iraqê pêk were. Em dixwazin ji were ragihînin ji ber dijberiya çekdarî û şîdeta komên terorîstî Kerkûkê qurbanî daye. Ev jî bûye sedema koçberî û be aramiyê ku jin qurbanê mezin in û rastî kuştin, revandin û destdirêjiyê bûne.

Ev rewş pêwîstî bi derfetê kar ji bo jinan û tayînkirina wan heye. Bi riya tayînkirina jinan li saziyên ewlehiyê û bihêzkirina rola jinan pêkanîna aramî û têkoşîna li dijî şîdetê  pêkane. Di heman Wezareta Hundirîn a Iraqê li navendên polîsan, bi taybet beşê parastina malbat,  zarok, polîsên civakî dikare ji bo jinan derfetê kar biafirîn. Dikarin peywendî û baweriyê li saziyên ewlehiyê çêbikin."

Daxwazê  ji Wezareta Hundirîn dikin ku jinan derfetên kar ên weke efser û lêkolîner li rêzên polîsan peyda bike. Li nava rêzên polîsan hejmaran jinan zêde bikin. Ji bo perwerdeyê derfetan ji bo jinan peyda bikin. Bi vê rê dikarin mafên mirovan li Kerkûkê pêş bixîn û aramiya bajêr ber bi pêş bibîn."

(ab)