Jinên Mexmûrê bi meşek piştgirî dan berxwedana Rojava

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dibin pêşengtiya Meclîsa Îştar de meşek girseyî ji bo piştgirîdayîna berxwedana Bakur Rojhilatê Suriye hat li darxistin.  Jinan diyar kirin ku ‘wê ev Berxwedanî  serbikeve.’


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dibin pêşengtiya Meclîsa Îştar de meşek girseyî ji bo piştgirîdayîna berxwedana Bakur Rojhilatê Suriye hat li darxistin. Meş li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan despêkir û bi bejdarbuna xwendevanên jin yên dibistanan heta ber deriyê  Meclîsa Îştar ve meşiyan.

Di meşê de alên PKK, KCK, YPG, YPJ û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wêneyên kesên ku di komkojiya Serêkaniyê de hatîn qetil kirin hatin rakirin. Di heman demê de posterên Hevseroka Partiya Çep a Surî Hevrîn Xelef, pankarta ku li ser hatibû nivîsîn ‘ Ji faşîzim û dagirkeriyê re na’ û dovîzên kesên ku hatîn qetil kirin hatin rakirin. Di meşê de dirûşmeyên  “jin jiyan azadî, bimre dagirkerî, bijî YPJ û bijî berxwedana  Rojava” hatin gotin.

Meşê heta berderiyê Meclîsa Îştarê dawam kir û li wir ji bo piştgirî dayîna Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek hat dayîn. Beriya ku daxuyanî destpê bike ji bo giyanê tevahî Şehîdên Rojava û Kurdistanê deqeyek rêzgirtin hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin;

“Em weke jin û dayikên Mexmûr Hevseroka Partiya Çep a Sûrî Şehîd Hevrîn Xelef bibir tînin û  ev komkojiya li ser gelê me yê Rojava tê pêkanîn şermezar dikin. Ev komkujî dijî mirovahiyê ye, Jin û zakokên Kurdan tên qetilkirin em ne razîne. Bila tehavî cihan vê bizane bi xwîna jin û zarokên Kurdan wê dîrok neyê nivîsîn.’’

Banga me ji bo Netewên Yekbûyî ewe ku vê komkojiya li ser gelê me bide rawestandin, êdî bese her roj parçeyek ji canê me tê jê kirin.’’

Piştî axaftina Fadîle Tok ji aliyê endama Tevgera Jinên Cwanên Mexmûr (TJCM) Kajîn Korkmaz ve axaftinek hat kirin.

Korkmaz jî got; “Em wek jinên Ciwanên Mexmûr vê Komkojiyê şermezar dikin û soza Serkeftinê didin.’’

Di dawiya axaftinan de meş bi durişmeyên :’Bimre dagirkerî ,bijî YPJ,bijî QSD û bijî berxwedana Rojava’ bi dawî bû.

(ah/md)