Çavdêrê Siyasî Seîd Kakeyî diyar kir ku PDK şerm dike beprirsyartiya şehîdkirina gerîlayên li Xelîfan li stûyê xwe bigire û got: “PDK şer dike, bi eşkere ji gel re bêje em nokariya Tirkiyeyê dikîn û gerîla şehîd dikin. Lewma bûyerê dixe stûyê hikûmetê. Hikûmet kiye, ma her ne ew bi xwe ne?
Çavdêrê Siyasî Seîd Kakeyî têkildarî bûyera li Xelîfanê ku di kemîna PDK’ê de 5 gerîla şehîd bûn û hîn aqûbeta gerîlayekê nayê zanîn ji Rojnews’ê re axivî û got: “Ew aliyên siyasî yên çek û pere di destê wan de ye, ne tenê ji xwe ditirsin, belku pêkhênerên ferman û daxwazên dagirkerên Kurdistanê ne jî. Îro berjewendiyên wan li gel dagirkerirekî dijwar ê Kurd heye, ew jî Tirkiyeye.”
Çavdêrê Siyasî Seîd Kakeyî bersiva pirsa,’Çima PDK berpirsyartiya bûyera Xelîfan têxe stûyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ?’ wiha da: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê kî ye? Ma her ne ew bi xwe ne? Her ew bi xwe ne. Ango nerasterast berpirsyartiyê qebûl dikin. Lê, ji bo wan xelkê dilê wan êşandiye wiha dike. Ji bo ku bêjin, ev hikûmete, ne emîn. Lê, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr kîne? Wezaretên hestyar li gel kêne? Bi xwe ne. Êdî pêwîst nake veşêrin. Bila PDK bi eşkere ji gel re bêje, em nokeriya Tirkiyeyê dikin û li gerîla didin. Lewma biawayek nerasterast sûc têxin stûyê xwe.”
Çavdêrê Siyasî Seîd Kakeyî diyar kir ku ev gavên PDK’ê ji bo mayîna xwe û xizmetkirina dagirkeriyên Kurdistanê ye û got ku heta ku gel hişyar dibe û careke din di sindoqan de didin aliyekê wê ev rewş berdewam bike.
(ab)