Kampanya ‘Ji Hêmin Mamend re azadî’ hate ragihandin

Ji bo berdana Rojnamevan Hêmin Mamend ku di 24’ê Adarê de li Hewlêrê hate binçavkirin Ji Hêmin Mamend re azadî’ hate ragihandin. Kesên beşdarî kampanyayê bûne xwestin demildest Rojnamevan Hêmin Mamend were berdan.


Rojnamevan Hêmin Mamend di 24’ê Adarê de li Hewlêr ji ber sedemeke nehat zanîn ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Ji bo were berdan, Kampanya ‘Ji Hêmin Mamend re azadî’ hate destpê kirin. Heta niha 310 rojnameger, mamostayên zanîngehê, hunermend, kesayetên Herêma Kurdistanê û derveyî welatan beşdarî kampanyayê bûne.

Kesên beşdarî kampanyayê bûne daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin;”Azadî ji Hêmin Mamend re.  Rewşê aloztir nekin û Hêmin Mamend azad bikin.

Di demekî ku ji bo xweparastina ji vîrûsê koronayê, nebûna pêwîstiyên bijîşkî, nebûna mûçe, derengketina mûçe û li gel tirsa nemayîna pêwîstiyên rojane û xurekê li bazarê destê me li ser dilê me ye û xelkê Kurdistanê di nava rewşek dijwar de derbas dike.

Mixabin di vê demê de Rojnameger Hêmin Mamend di tarîtiya şevê de ji mal tê derxistin û tê binçavkirin. Li girtîgehê tê hiştin.

Hêmin Mamend li ser hesabê xwe yê facebookê rexne li desthilatê hebû. Gotibû;”Jiyana xelkê kasibkar û karmendan di rewşek xirab de ye û hikûmetê jî hîn mûçeyê meha kanûna par nedaye. Lewma ger xemekê ji bo jiyana xelkê û mûçeyê karmendan nekî, wê dakevin qadan û wê karantîna û vê desthilatê bişkênin.’

Karantînakirin netenê zîndanîkirina welatiyan di mal de ye. Karantînakirinê pêwîstiyên xwe hene ku divê pêwîstiyên wan ên jiyanaê werin dabînkirin. Dabînkirina wan pêwîstiyan erka hikûmetê û saziyên peywedîdar in. Karê hikûmetê ne tenê destnîşankirina pîvan û tedbîrane. Erka hikûmetê berpirsyartiya jiyan û dabînkirina pêwîstiyane. Weke di vê rewşê de welatên cîhanê didin meşandin.

Em weke rojnameger, aktîvîst, parêzer, humernemend, mamosta û xelkê Kurdistanê li gel fikarên li ser van reftarên di vê dema hestyar de, daxwazê dikin ku di demek herî zû de Kak Hêmin Mamend were berdan. Hikûmet li şûna bi gefê û tirsandin, girtîgehê devê xelkê girê bide, pêwîste bersiva wan berpirsiyariyan bide ku ku gelek hikûmetên cîhanê ew berpiryarî ragihandine.”

Hêjayî gotineyê ku li ser giliyê biraziyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Metîn Barzanî, 27’ê Cotmeha 2019’an rojnamevan Hêmin Mamend hefteyekê di bin çavan de hatibû hiştin û paşê bi 8 mîlyon dînar kefalet hatibû berdan.

Metîn Barzanî bi hinceta rojnamegeran amûrên elektronîk û ragihandina nûçeyên bûyera restoranta Hoqabaz a bajarê Hewlêrê xirab bi kar anîne gilî kirîbû.

(ab)