Karkerek bi kêrê hate kuştin

Li Kerkûkê karkerekî Kompanya Garêks  ku karê paqijiyê dike  ji aliyê karkerek din ve hate kuştin.


Li Helebce di navbera du karkeran de şer rû da, di encamê de karkerek bi kêrê hate kuştin.

Berdevkê Polîsên Parêzgeha Helebce Berzan Osman têkildarî bûyerê ev agahî dan Rojnews'ê ;" Di saet 11.30'an de li nêzî mizgeftea Darêhsan bûyerekî şer kirinê di navbera du kesan de rû da. Karkerên kompanya  Garêks bûn. Yekê du kêr li yê din da û birîndar kir. Piştî ku rakirin nexweşxaneya lezgîn a  Helebce jiyana xwe ji dest da."

 Berzan Osman eşkere kir ku bi biryara dadwer  bikuj li gorî madeya 406 a cezayê  Iraqê hate binçavkirin û got ku kesê hatiye kuştin 33 salî ye û bikuj jî 23'ê salî ye.

(ab)