Li Herêma Kurdistanê xwepêşandanên dijî nedana mûçe, bê navber dewam dikin. Karmend ji hikumetê dixwazin mûçeyê wan di dema xwe de were dayîn.
Karmendên navçeya Ranye, Kelar, Silêmanî û Helebceyê îro jî dijî nedana mûçe, daketin kolanan.
Li Germiyan mamosta û karmendan hîn jî mûçeyê Adara 2022’an wernegirtine. Mamosta û karmend duh neçûn ser kar û îro jî li ber derê banka Kelarê kombûn.
Bi heman armancê li Silêmaniyê jî li ber derê her dû kampên kevin û nû yên zanîngeha Silêmanî, herwiha li Ranya û Helebceyê jî li ber derê bankan, mamosta û karmend kombûn. Li Raperîn jî karmend û mamosta daketin kolanan.
Di van çalakiyan de, tenê daxwazek mamosta û karmendan heye, ew jî di dema xwe de dayîna mûçe ye. Nerazîbûna mamosta û karmendan ya li hemberî nedana mûçe dewam dike.
(nr)