KCK: Divê serhildana Şêladizê li hemû Başûrê Kurdistanê belav bibe

KCK'ê serhildana Başûrê Kurdistanê silav kir û got: “Ji bo azadiya Kurdan mîladeke pir girîng e. Serhildan û çalakiyên demokratîk divê bi Şêladizê û Dêralûkê re sînordar nemînin, li hemû Kurdistanê berbelav bibin.''


KCK'ê serhildanên Başûrê Kurdistanê silav kir, got ji bo azadiya hemû parçeyên Kurdistanê wê bibe mîladeke girîng. KCK'ê got: ''Serhildan û çalakiyên demokratîk divê bi deverên mîna Şeladizê û Dêralûkê sînordar nemînin, divê li hemû Başûrê Kurdistanê berbelav bibin.''

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî bûyerên li Şêladizê yên duh daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: ''Gelê me yê Şeladizê û Dêralûkê 26'ê Çile ji bo ku komkujiyên dewleta TC'ê ya li Başûrê Kurdistanê şermezar bikin serhildaneke bêhempa nîşan dane'' û wiha hate domandin, ''Gelê me, di vê serhildanê de baregeha leşkerî ya Şeladizê, li gel amûrên tê de dane ber êgir, wiha li dijî komkujî, qirkrin û dagirkeriyê helwesteke netewî nîşan dane. Dewleta TC'ê ya faşîst ku bi komkujiyê bersivê dide hemû nîşandana heq, azadî û vînê, bi vê serhildanê bi heman rengî bersiv hatiye dayin. Artêşa Tirk a faşîst, bi ketûber li gelê sivîl reşandiye, li vir 2 welatiyên me şehîd bûne, 10 welatiyên me jî birîndar bûne''

'Em serhildana ku hemû gelê me serfiraz kirî silav dikin'

KCK'ê ev serhildana bêhempa ya ku hemû gelê Kurdistanê serfiraz kirî silav kir û domand: ''Di şexsê gelê me de yê ku serhildan kirî, em gelê xwe yê Başûr pîroz dikin. Em diyar dikin, helwesta netewî ya gelê xwe ya li dijî komkujî, qirkirin û dagirkeriyê bi her şert û mercî em ê destek bikin. Ji bo welatiyên me yên ku di serhildanan de şehîd bûne em dibêjin rehma Xwedê li ser wan be, şîfaya xêrê ji welatiyên me yên birîndar re dixwazin. Di serî de malbatên me yên şehîdan, em sersaxiyê didin hemû gelê Kurdistanê.''

Di dewama daxuyaniya KCK’ê de wiha hat gotin:

'Gelê me yê hêja!

Ev serhildana ku li Şeladizê û Dêralûkê pêk hatî, ne tenê li dijî komkujiyên rejîma TC'ê ya qirker yên van rojên dawî helwest e. Serhildan, li dijî polîtîkayên qirker û dagirker ên rejîma faşîst ên li ser Bakur, Rojava û Başûr pêk hatiye. Bi vê çarçoweyê, gelê me yê Başûrê Kurdistanê, hay jê çêbûne ku dewleta TC'ê ya faşîst, ne tenê Bakur, hemû Kurd kirine hedefa xwe. Ji bo vê jî, qanih bûne ku Kurd divê li her parçeyî li dijî rejîma TC'ê ya faşîst li ber xwe bidin. Maneya vê serhildanê ev e. Di vê maneyê, gelê me yê Şeladizê û Dêralûkê, pêvajoya ku hêzên dagirker ji Başûrê Kurdistanê biqewirînin bi fiîlî dane destpêkirin. Serxistina vê pêvajoyê, weke peywira sereke ya pêvajoya pêş me û weke hedefa sereke daye ber gelê me yê Başûrê Kurdistanê.

Nêzikatiya PDK’ê cesaret dide dewleta tirk

Gelê me yê hêja!

Serokê rejîma faşîst Tayyip Erdogan di dema Serhildanê de dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan careke din nîşan daye. Erdogan got ku, “Li Şeladizê tiştekî şaş kirin, me balefir û SÎHA’yên xwe şandin, piştre ew belav bûn.” Bi vê daxuyaniyê re, serhildana ku Kurdan ji bo jiyan û azadiya xwe pêk anîne, wekî şaşiyeke li dijî dewleta Tirk nirxandine. Bi vê re xwestine bibêjin ku, mafê lidarxistina çalakiyan a Kurdan jî tune.

Erdogan bi vê daxuyaniya xwe dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan careke din nîşan daye û hikumeta Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke sosret hewl daye dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan veşêre. Hikumeta Başûrê Kurdistanê û Serokwezîr Nêçîrvan Berzanî diyar kirin ku serhildana gel a meşrû provokasyon e. Sazî û kesên ku peywira wan ev e Başûrê Kurdistanê û gelê wê ji êrîşan biparêzin, gel dikin berpirsyarên bûyeran. Hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK bi vê nêzikbûna xwe cesaret daye dewleta Tirk a faşîst û ji van qetlîaman re zemîn ava kiriye. PDK bi salan e bi gotinên wekî ‘Heke PKK ne li vir be, ew ê Tirk jî vê derê bombe nekin’ hewl dide gel bixapîne û êrîşan rewa bike. Serhildana gelê me yê Başûrê Kurdistanê li dijî helwesta hikumeta wir pêk hatiye.

Îradeya li Şêladizê divê xwedî lê were derketin

Helwesta hikumeta Iraqê ya li dijî êrîşan jî qels maye û cesaret daye rejîma dewleta Tirk a dagirker. Hikumeta Iraqê ji ber hin têkilî û pêdiviyên xwe hin peywir û berpirsyariyên xwe îhmal kiriye.

Gelekî girînge ku şikandina dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker a li Başûrê Kurdistanê, wê ji bo azadiya Kurdan destpêkeke nû be. Îradeya li Şêladizê gelekî girîng e û divê xwedî lê were derketin. Divê ev serhildan û çalakiyên demokratîk li her dera Başûrê Kurdistanê werin kirin. Li ser vî esasî em bang li hemû rêxistinên sivîl, nivîskar, ronakbîr û hunermendên li Başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî dagirkeriyê xwe birêxistin bikin. Em bang li partiyên siyasî û parlementoyê jî dikin ku bi daxwazên gel ê li dijî dagirkeriyê bin û pêvajoya siyasî û zagonî bidin destpêkirin. Em careke din serhildana Şeladizê silav dikin, ji bo malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.”