KCK: Heya ku Kurdistan azad nebe, komkujî wê bi dawî nebin

image_print

Duşem, 28 Berfanbar 2015 – 12:14 

KCK: Heya ku Kurdistan azad nebe, komkujî wê bi dawî nebin


NAVENDA NÛÇEYAN

KCK’ê, welatiyên di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dan, bi minetdarî bibîr anî. KCK’ê got, “Di sala pêncemîn a komkujiya Roboskî de, gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li ku di bin bila bin, divê rabin ser piyan û li ber xwe bidin. Roj roja berxwedan û têkbirina mêtîngeriya faşîst a qirkirina çandî ye. Eger hikûmeta AKP’ê dibêje ku ew ê komkujiyan heta şikandina vîna Kurdan bidomîne, divê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê jî, heta şikandina vîna qirkirina çandî ya hikûmeta AKP’ê, vê têkoşînê bênavber bidomînin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, der barê salvegera komkujiya Roboskî de daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê bibîr xist ku di ser komkujiya Roboskî re, ku 34 ciwanên Kurd bi bomberdûmana balafirên şer hatin qetilkirin 4 sal derbas bûn û got, “Em mirovên xwe yên di vê komkujiyê de şehîd ketine bi minedarî bibîr tînin û careke din soza xwe dubare dikin, ku em ê bîranînên wan bi Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk re tacîdar bikin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku komkujiya Roboskî karaktera dewleta Tirk bi awayekî zelal raxistiye pêş çavan û hat gotin, “Kiryarê vê komkujiyê veşartî nîne; dewletê bi balafirên xwe re bombe kiriye û qetil kiriye. Yên qetil kirine zanîbûn ku yên qetil bikin kî ne û bi vî rengî bomberdûman kirine. Ev rewş sûcê dewleta Tirk, sûcê yên fermana komkujiyê dane û sûcê yên bombekirine girantir dike. Tevî vî sûcê ewçend giran jî, Serokwezîrê wê demê, yên ku ev bomberdûman kirin pîroz kir. Bi têgihiştina ‘Bila artêşa li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd şer dike vîna xwe qels nebe’ ev pîrozbahî li artêşê kiriye. Ev rastî, nêzîkatiya polîs û artêşa Tirk a li Kurdên tên qetilkirin, radixe pêş çavan.

Komkujiya Roboskî weke xelekek ji komkujiyên qirkirinê yên li Kurdistanê pêk hatiye. Piştî Roboskî gelek komkujî hatine kirin. Ti hikûmetan bi qasî dema desthilatdariya AKP’ê li dû hev ewqas komkujî nekirine. Zîhniyeta ku komkujiya Roboskî pêk anî, dewama zîhniyeta sedsala 20’an de. Komkujiyên di sala 2015’an de tên kirin jî, dewama ve zîhniyetê ye. Zîhniyeta salên 1925 û 1938’an a dewleta Tirk, di roja îro de bi şêweyekî hîn ziravtir dewam dike. Ji xwe Tayyîp Erdogan di sala 2006’an de bi gotina ‘jin jî be zarok jî be, çi pêwîst be em ê wê bikin’ karaktera xwe nîşan dabû. Komkujiyên ji wê rojê heta roja îro hatine kirin, encamên vê zîhniyeta sala 2006’an e.”

‘Heya ku Kurdistan azad nebe, komkujî wê bi dawî nebin’

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî dewam kir:

“Îro bêhtir xuya bûye ku heta Tirkiye demokratîk nebe û Kurdistan di çarçoveya xweseriya demokratîk de azad nebe, wê ev komkujî neqedin. Ji ber vê yekê, rêya hesabpirsîna ji komkujiya Roboskî û hemû komkujiyên qewimîne, divê bilindkirina têkoşîna ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê û azadkirina Kurdistanê be. Dema ev zîhniyeta ku komkujiya Roboskî pêk aniye ji holê hat ragihandi wê hingî hesab ji berpirsyaran bê pirsîn.

Zîhniyet û polîtîkaya li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Silopiya, Kerboran, Gever, Şirnex û Farqînê bi tank û topan bombeyan li ser gelê Kurd dibarîne û zîhniyet û polîtîkaya li Roboskî komkujî kir, yek e. Yên fermanê didin jî yek in. Li hemberî gelê Kurd polîtîkayeke komkujiyê ya bi zanebûn û bi rêk û pêk tê meşandin. Dixwazin Kurdan bimelisînin û qirkirina çandî temam bikin.

‘Di sala 5. De dive Kurd û hêzên demokrasiyê rabin ser piyan û li ber xwe bidin’

Di sala pêncemîn a komkujiya Roboskî de, gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li ku di bin bila bin, divê rabin ser piyan û li ber xwe bidin. Roj roja berxwedan û têkbirina mêtîngeriya faşîst a qirkirina çandî ye. Eger hikûmeta AKP’ê dibêje ku ew ê komkujiyan heta şikandina vîna Kurdan bidomîne, divê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê jî, heta şikandina vîna qirkirina çandî ya hikûmeta AKP’ê, vê têkoşînê bênavber bidomînin. Bê teredût divê ev têkoşîn her roj, her saet û di her kêliyê de bê meşandin. Divê israra gelê Kurd a hebûn û jiyana azad, ji tevahiya cîhanê re bê nîşandan.

Gelê Kurd, Tevgera Azadiyê ya Kurd, hêzên demokrasiyê wê dîmenên komkujiya Roboskî ti carî ji bîr nekin. Wê hêrsa ji ber vî dîmenê derket holê veguherîne têkoşînê û bi Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk re tacîdar bike.”

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist