KCK: Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ê ku gave bavêje dewleta Tirk e – Hat Nûkirin

image_print

Şemî, 20 Gelawêj 2016 – 16:15 

KCK: Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ê ku gave bavêje dewleta Tirk e – Hat Nûkirin

Hevserokatiya Konseya Rêberiya KCK’ê diyar kir ku di rewşa heyî ya pirsgirêka Kurd, êrîşên li hember têkoşîna Azadiya Kurd, ji bo vergera li muzakereyan û li ser bangên tên kirin têkildarî pêvajoya ku tê deklerasyonekî dîrokî weşand.


NAVENDA NÛÇEYAN

KCK di qonaxa berdest a pirsgirêka Kurd de, têkildarî êrîşên bi ser têkoşîna Azadiya Kurd de, li ser bangên vegera li muzakereyan û der barê gavên ku ji bo çareseriyê werin avêtin daxuyaniyeke dîrokî da.

Di duxuyaniyê de hate wiha hate gotin, ‘’Di demên dawî de ji ber bang û daxwazên hin dewlet, hin saziyên ji bo ku pirsgirêka bi rêya aştiyê çareser bibin li qada navnetewî xebatan dikin, hin rêxistinên dost ên li Başûrê Kurdistanê, hin navendên hêzên Tirkiyê, hêzên demokrasiyê û yên ji HDP’ê ku yên der barê vegera li muzekereyan û çareserkirina bi muzakereyan, hewceyî pê çêbûye ku em helwesta xwe ji bi raya giştî re par ve bikin.’’ bi berdewamî hate gotin, di pirsgirêka Kurd de yê ku divê gav bavêje û pirsgirêkê bigihîne çareseriyê dewleta Tirk e.

Deklarasyona KCK’ê ku ji bo çareseriya arîşeyê gavên ku bi lezginî divê werin avêtin wiha diyar kir: “Desthilatdariya AKP’ê di çareseriya pirsgirêka Kurd de vîna hewce nîşan bide û teahhûdê bide gelên Tirkiyê ku ew ê ji bo çareseriyê gavan bavêje, ku biryar were standin Şandeyeke Meclîsê ku HDP jî di nav de bi Rêbertiya me re muzakereyên aştiyê demildest dest pê bike, ku ew derfet û delîveyên ku Rêber Apo di vê pêvajoyê de bikaribe bi rêxistina xwe re, hemû partiyên siyasî yên di nav parlamentoyê de û derveyî parlamentoyê de, di serî de Elewî, bi civakên ku têkildarî demokratîkbûnê û di mijara çareserkirina kêşeyên xwe de xwedî ramanan in, bi rêxistinên sivîl ên civakî, rewşenbîran re hevdîtinan bike, em weke Tevgera Azadiyê em ê jî li gorî gavên ku wê werin avêtin û di nav çarçoweya beramberî hev de, em amade ne ku berpirsyariya ku dikeve ser milê me de bi cih bînin.’’

KCK’ê diyar kir ku ji bo Tirkiyê şansekî mezin e ku hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê bi ser neketiye lê hikûmeta AKP’ê ev ji xwe re fersend dîtiye û mekanîka darbeyê sazkar kiriye.

‘Ji hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê AKP berpirsyar e’

KCK di daxuyaniya xwe de diyar kir, ji şerê vê sala dawî yê li Kurdistanê û Tirkiyê û ji hewldana darbeya ne serketî ya 15’ê Tîrmeha 2016’an hikûmeta AKP’ê berpirsyar e û wiha pê de çû, ‘’Desthilatdariya AKP’ê bi qebûlnekirina Mutebaqata Dolmabahçeyê ya 28’ê Sibata 2015’an, li ser Rêber Apo ji 5’ê Nîsana 2015’an û heya niha bi danîna tecrîdê, bi tinehesibandina encamên hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an di pirsgirêka Kurd de berê xwe daye polîtîkayên şer, bi vî awayî jî mekanîka darbeyê sazkar kiriye. Rêber Apo dawiya sala 2012’an pêvajoya şernekirina fiîlî daye destpêkirin, Newroza 2013’an manîfestoya demokratîkirina Tirkiyê li ber milyonan ragihandiye. Bi palaneke sê gavî pêşbîniya demokratîkirina Tirkiyê kiriye, vîna ku hêzên gerîla ji sînorên Tirkiyê derkevin nîşan daye, leşker û polîs û qeymeqamê dîlgirtî serbest daye berdan. Tevgera me bi van gavên xwe xwestiye ku dewleta Tirk jî di rêya demokratîkbûnê de gavan bavêje. Lê desthilatdariya AKP’ê weke ku wê qet bersiva van gavan nebe, ber pê nehatiye ku di pirsgirêka Kurd de gavan bavêje, tenê domdarbûna rewşa agirbestiyê ji bo ku desthilatdariya xwe bidomîne bes dîtiye.

Palana têkbirinê sazkar kirin

Li gel hemû nêzîkatiyên neyênî yên aliyê pêşber, tevgera me rewşa agirbestiyê domandiye, ji bo demokratîkbûnê û çareseriya pirsgirêka Kurd, ji bo ku desthilatdariya AKP’ê gavan bavêje fersend çêkiriye. Rêber Apo ku her carê behsa avaniya ‘’di nav dewletê de dewleta paralel’’ kiriye, bi rikdarî bi bîr xistiye ku ev avaniyên bi derve re têkildar in, çareserkirina pirsgirêka Kurd naxwazin. Gelek caran hişyarî daye û gotiye, çaresernekirina pirsgirêka Kurd mekanîka darbeyê afirandiye, ku di çareserkirina arîşeyê de gav neyên avêtin, ev mekanîk wê dîsa sazkar bibe. Lê Tayyîp Erdogan û derdora wî ku cidî nêzîkî van xebatên Rêber Apo û rewşa agirbestiyê nebûne, ev weke awiqandinê û qezenckirina demê bi kar anîne, ji ber ku ev xebat û hişyarî cidî negirtine û di rêya çareseriyê de gav neavêtine, bûne aktorê ku mekanîka darbeyê sazkar kirine. Di havîna 2014’an de amadekirina ‘Plana Têkbirinê’ û piştî çalakiyên xwedîderketina li Berxwedana Kobanê, di 30’ê Cotmeha 2014’an de, di civîna Desteya Ewlekariya Millî de standina biryara têkşikîna Tevgera Azadiyê ya bi rêya şer, di şexê Tayyîp Erdogan de desthilatdariya AKP’ê xistiye rewşa wê hikûmetê ku zemîn ji mekanîna darbeyê re çêkirî.”

‘MGK’ê rista çewisandina têkoşîna Kurd da artêşê’

KCK’ê diyar kir di civîna Desteya Ewlekariya Millî de, ya di 30’ê Cotmeha 2014’an de, rista çewisandina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi destê artêşê ve hatiye hiştin, çaresernebûna pirsgirêka Kurd polîtîkaya çewisandinê û ev jî bi xwezayî bû sedem ku rista artêşê derkeve pêş.

KCK’ê gotina wezîrê wê demê Ahmet Davutoglu ku digot, ‘’Ji bo di 2014’an de hazir bin min ferman da artêş û polîsan’’ bi bîr xist û got, ev daxuyanî tê wê wateyê ku desthilatdariya AKP’ê di afirandina zemîna ku mekanîka darbeyê sazkar kiriye û ev li xwe mikurhatinek e.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Redkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê, ji 5’ê Nîsanê ve li ser Rêber Apo girankirina tecrîdê, tinehesibandina encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê, di 24’ê Tîrmehê de destpêkirina êrîşên şerê giştî, ji mekanîka darbeyê re zemîn dane çêkirin û ev bûne pêvajo û polîtîkayên sereke ku ev mekanîka darbeyê dane xebitandin. Niha hê baştir tê fêhmkirin ku piştî encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê destka hêzên derve yên ji bo polîtîkaya şer a AKP’ê jî bi mebesta sazkarkirina vê mekanîka darbeyê ne. Hêzên derve ji ber vê sedemê bi destê AKP’ê hilweşandin û şewitandina bajarên Kurdan û kuştina bi sedan sivilî ji nedîtî ve hatine. Di vê atmosfera şer de hesabê wê hatiye kirin ku hem AKP û hem jî PKK wê were qelskirin û mekanîka darbeyê zûtir wê encaman bistîne.

‘Darbeya 15’ê Tîrmehê 14’ê, Kanuna 2015’an dest pê kiriye’

Mekanîka darbeyê piştî ku desthilatdariya AKP’ê 14’ê Kanûnê bi tang û top û çekên din yên giran bi ser gelê Kurdan de şandin, bi mebesta ku wan biçewisîne, ketiye tevgerê. Darbeya 15’ê Tîrmehê 14’ê Kanûna 2015’an dest pêk iriye. Mekanîka darbeyê ku Tayyîp Erdogan û Ahmet Davutoglu bi mebesta ku serdestiya psîkolojîk bi dest bixin, gotibûn, ‘’artêşa me ya leheng terorîst têk birin’’ ketiye tevgerê û bi hemleya xwe ya dawî biryar daye ku desthilatdariyê bi dest bixîne. Bi gotina, ‘’Bi PKK’ê re ku girantirîn pirsgirêka Tirkiyê ye em şer dikin, em dikevin bin vî barê giran; naxwe divê li desthilatdariyê em hebin, polîtîka jî divê ya me be’’, di 15’ê Tîrmehê de hemleya bidestxistina desthilatdariyê pêk anîne. Tang, top, helîkoptêr û balafirên şer ên ku her roj Kurdistanê bombe dikirin, vê carê jî hinera xwe li Enqerê, Stenbolê, Izmîrê nîşan dane. Mekanî darbeyê ya serneketî encama wan polîtîkayan e ku di pirsgirêka Kurd de çareseriyê nayînin û li ser vê bingehê nîşana xitimîna van polîtîkayan e.

Desthilatdariya AKP îdîa dike ku darbe ji hêla Fethillahîyan ve hatiye kirin. Rastiyên ku derketine holê nîşan didin ku ev di nav darbeyê de aktîf bûne. Xerce îdeolojîk û polîtîk a darbeyê ev bûne. Lê darbe encam e; ya girîng ew e ku mirov sedemên ku ev darbe bi xwe re anîne tespît bike û bi encamên wê bi hev re ji holê rake. Encex bi vî awayî mirov dikare li diji darbeyan be û qira darbeyan bîne

Ji bo Tirkiyê sûdek e ku hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê bi ser neket

Darbekar ji ber ku her carê ji çaresernekirina pirsgirêka Kurd û ji kêmbûna demokrasiyê ku rasterast encama vê ye, dixun, polîtîkayên ku ev dişopînin jî, her carê rejîmên dij demokratîk ku dibine sedema çaresernekirina pirsgirêka Kurd bi xwe re tînin. Bi taybetî jî di demên wiha de ku daxwaza azadiya gelê Kurd tê kirin, lê pirsgirêka Kurd bi awayekî çaresernekirî tê hiştin, bi temamî ev tişt dibin. Ji bo vê jî yên ku her carê li dijî darbeyan derdikevn Kurd û hêzên demokrasiyê ne. Darbeya faşîst a leşkerî ya 1980’yî û li dijî şerê qirêj ên salên 90’an helwesta Kurdan a û hêzên demokrasiyê ispata zelal a vê rastiyê ne. Dema ku mirov binere hejmareke girîng a wan kesên ku ketine nav hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê ji wan kesan in ku bajarên Kurdan hilweşandine, şewitandine û bi sedan sivîl kuştine, wê baştir were fêhmkirin bê ka çima Kurd û hêzên demokrasiyê li dijî darbeyê ne.

Jixwe yên ku dijberiya darbeyê li Tirkiyê kirine weke kulturekê, Tevgera Azadiya Kurd û bi giştî jî hêzên demokrasiyê yên şoreşger ên Tirkiyê ne. Bêguman ji darbeyên Tirkiyê car caran tevgerên siyasî ên xwedan nasnameyên Îslamî, beşên dî yên civakî û şexsan jî zirar dîtine. Lê ji darbeyên leşkerî û polîtîkayên hikûmetê yên ku di bin bandora leşkeran de ne zirara herî mezin gelê Kurd, di serî de sosyalîst hêzên demokrasiyê ne, ev rastî nikare were înkarkirin.

A rast ji bo gelên Tirkiyê siûdeke mezin e ku hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê bi ser neket. Dikarîbû serneketina hewldana darbeyê weke fersend bihatana dîtin û ji bo çareseriya meseleya Kurd û demokratîkbûnê ku ev arîşe jêderketa darbeyan e û darbeyan dixe tevgerê, weke fersend bihate dîtin. Gelên Kurd û Tirk û gel û komên baweriyên din, di tepsîya zêrîn de ev şans dane desthilatdariya AKP’ê. Lê li şûna ku darbeyê ji bizr ve tune bike desthilatdariya AKP’ê îktîdarbûna hegemonîk ji xwe re esas girt û ev şans baş bi kar neanîn; berevajî vê îttîfaka faşîst ya ku piştî 7’ê Hezîranê ava kiriye û dijberiya Kurd berfirehtir kiriye û ji bo ku desthilatdariya xwe ya hegemonîk ava bike, tevgeriyaye.’’

KCK wê helwesteke nû diyar bike lê..

Di berdewama deklarasyonê de tê gotin, tevgera azadiya Kurd piştî hewldana 15’ê Tîrmehê xwestiye ku rewşê ji nû ve binirxîne lê helweta ku AKP’ê nîşan daye ji vê re bûye asteng û KCKê wiha domand:

Piştî hewldana darbeyê ku gotina demokrasiyê weke benîşt di devê xwe de dibirin û dianîn, di Civîna Komîteya Navendî ya PKK’ê de, di 19-25’ê Tîrmehê de, meyleke wiha derkete holê ku di gotinên hikûmetê de samimîyetk hebe û li ser vê bingehê bikeve nav wê hewldanê de ku zemîna darbeyê ji holê rake, ji bo ku vê rewşê teşwîq bikin, hewceyî pê heye ku daxuyaniyek were dayin. Bêguman ev ê ne bi rengê agirbestê bûye; li gel vê di atmosfereke wiha ya dijdarbeyê de û gotinên demokrasiyê de, ku di çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkirinê de gav werin avêtin, ev ê bêbersiv neyê hiştin. Lê ji ber zêdebûna gotinên şowenî, ragihandina Rewşa Awarte, pêkneanîna hevdîtinê ya bi Îmraliyê re, nêzîkatiya li HDP’ê, amûrkirina Serokkomar Tayyîp Erdogan ya her tiştî bi mebesta ku xizmetê ji desthilatdariya wî ya hegemonîk re bike, bûye sedem ku PKK bi daxuyaniyekê tenê helwesta xwe ya li dijî darbeyan zelal bike û nîşan bide bê ka çawa wê darbe bi temamî ji holê were rakirin û bang li hêzên rastîn ên demokrasiyê bike da ku peywirên xwe bi cih bîne.

Lê, di van rojên dawî de daxwaz û daxuyaniyên ji bo vegerîna muzakereyê û çareserkirina pirsgirêkan bi muzakereyê ya ji hêla hin dewletan, saziyên ku ji bo pirsgirêk di nav aştiyê de bên çareserkirin xebatê dimeşînin, hin rêxistinên dost ên Başûrê Kurdistanê, hin navendên hêzê yên li Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê û HDP’ê hatin kirin, pêwîst kir ku em careke din helwesta xwe ji raya giştî re ragihînin.

Rêber Apo û Tevgera me ya Azadiyê ji 20’ê Adara 1993’yan û vir ve ji bo bi rêyên siyaseta demokratîk pirsgirêka Kurd çareser bike ketiye nav hewldanên gelekî mezin, ji bo vê zêdetirî deh caran agirbesa yekalî îlan kiriye. Heta, sala 2013’an îrade nîşan daye ku hêzên xwe bikşîne derveyî sînorê Tirkiyeyê, nêzî ji sedî 40’ê hêzên xwe yê gerîla kişandiye derveyî sînor, qasî wê jî ji bo derkeve derveyî sînor xistiye nav tevgerê. Rêber Apo bi hewldanên xwe ve xwestiye pirsgirêkê bîne wê nuqteyê ku çareserî bi muzakereyên demokratîk çêbibe. Lê, di pirsgirêka Kurd de ji ber polîtîkaya înkar û qirkirinê ya li demê hatiye belavkirin nehate terikandin, îro rewşeke ku dibe sedema şerê dijwar derketiye holê.

AKP, agirbestan wek amûr bi kar tîne

Pêwîst e em destnîşan bikin ku, ji ber desthilatdariya AKP’ê agirbestê û rewşa bêşerî dike amûr, piştî agirbes bi dawî bû, şerê heyî ji yên berê hê dijwartir diqewimin. Mirin zêde bûne, hilweşîn gihiştine wê astê ku heta niha nehatine dîtin.

Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP’ê agirbesê ji bo karibe desthilatdariya xwe bidomîne û xurttir bike wek amûrekî bi kar aniye; hêviya çareseriyê ya sexte ya di pirsgirêka Kurd de afirandiye, wek amûra domdarkirina desthilatdariya xwe bi kar aniye. Ji bo berjewendiyên partiya xwe, bi awayekî bê berpirsiyar nêzî pirsgirêka herî esaî ya Tirkiyeyê, pirsgirêka Kurd bûye. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê mijûl kiriye, tevahî gelên Tirkiyeyê xapandiye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, tevî hemû derfet jê re hatin pêşkêşkirin jî, ev derfet û firsend ji bo xurtkirina desthilatdariya xwe bi kar aniye. Ji ber mijarên têkîldarî agirbes û pirsgirêka Kurd kiriye amûr û li gor berjewendiyên xwe bi kar aniye, hêzên din ên siyasî jî bi guman nêzî vê pêvajoyê bûne û desteka pêwîst nedane.

Ezmûnên ji pêvajoyên agirbesê nîşan dane ku heta agirbes ji rewşa amûrî neyê derxistin, agirbesek nû wê rê bide ku polîtîkaya amûrkirinê dewam bike, lewre jî wê di neçareserkirina pirsgirêka Kurd de bê wateya israrkirinê. Pêwîst e ku êdî mijarên têkîldarî pirsgirêka Kurd ji amûrkirinê û bikaranîna ji bo berjewendiyê partiyekê bê derxistin, wek pirsgirêka tevahî Tirkiyeyê bê dîtin û teqez li gor çareserkirinê gav bêne avêtin. Ti gotin, gav û sepanînên ku bala xwe nade ser çareseriyê, li gor mijûlkirin û xapandinê hatiye çêkirin, wê ti wateya xwe nîn be. Dubarekirina rewşên bi vî awayî, ji bilî kûrkirina pirsgirêkê wê ji ti tiştekî din re nebe.

Yê pirsgirêka Kurd afirandiye, ne PKK û Tevgera Azadiyê ya Kurd e. PKK, ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd derketiye ser dika dîrokê, li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê têkoşiyaye, hem pirsgirêka Kurd xistiye rojevê hem jî bingeha wê qayimtir kiriye.

Yê divê gavê bavêje dewleta tirk e

Yê divê di pirsgirêka Kurd de gavê bavêje û çareseriyê jê re bibîne dewleta Tirk e. Eger desthilatdarî pirsgirêka Kurd çareser nekin, gelê Kurd wê bi hêza xwe ya rêxistinkirî ve bi xwe hewl bide çareseriya xwe pêk bîne; heta jiyanek azad û demokratîk saz bike, bedelê wê çi dibe bila bibe wê têkoşîna xwe bidomîne. Di vê atmosferê de ku neçareseriya pirsgirêka Kurd tê spartin, bila ti kes ji gelê Kurd û Tevgera Azadiyê helwestek din hêvî neke. Lê, dewleta Tirk bi xwe gavan navêjê, ne jî xwedî tehamul e ku Kurd çareseriya xwe bi xwe pêk bîne. Heta dest ji polîtîkaya perçiqandinê ya ku li ser esasê tifaqa dij Kurd pêş dikeve bernede, polîtîkayek li ser esasê tifaqa bi Kurdan re nepejirîne, ne mimkûn e ku dewleta Tirk ji vê çerxa kor derkeve.

Tenduristî û ewlehiya Ocalan

Wek Tevgera Azadiya Kurd, tê zanîn ku ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd me bi neçarî dest bi vî şerî kiriye. Dîrokê jî îspat kiriye ku aştî bi çareserkirina pirsgirêka Kurd, lê pêkanîna vê çareseriyê jî bi azadkirina Rêberê Gelê Kurd re mimkûn e. Rêber Apo, pira esasî ya mabeyna gelên Tirkiye û gelê Kurd e. Rêber Apo di çareserkirina pirsgirêka Kurd de nêzîkatiya herî maqûl nîşan daye, lê ev nêzîkatî negihiştine bersivên xwe, berevajî Rêber Apo di bin tecrîdek şidandî de ye.

Tevî ku tê zanîn ji ber nirxandinên li Îmraliyê darbekar li beramberî Rêber Apo gelekî bi hêrs in jî, daxwaza gelê me ya hevdîtina parêzer û malbatê ya têkîldarî tenduristî û ewlehiya Rêber Apo jî bi cih nehatiye. Bi awayekî lezgînî pêknehatina vê daxwazê, wek çawa tê wateya helwestek li dijî gelê me yê tê înkarkirin e, her wiha îspat dike ku hê ne xwedî zîhniyet û polîtîkayekê ye ku pirsgirêka Kurd ji rêyên siyaseta demokratîk bên çareserkirin. Yên alîgirên çareseriya siyaseta demokratîk in, pêwîst dikir ku destpêkê serî li Rêber Apo bidin, ev tecrîda şidandî ya li ser Rêber Apo di esasê xwe de tecrîda li ser çareseriya siyaseta demokratîk e.

Eger dewleta Tirk gavê bavêje wê pirsgirêk di mehekê de çareser bibe

Eger dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê polîtîkayek çareseriyê pêş bixin, wê pirsgirêka Kurd di mehekê de çareser bibe û wê aştî ji bo Tirkiyeyê bê. Wek Tevgera Azadiyê, tercîha ji bo çareseriya siyaseta demokratîk e. Pir eşkere ye ku em ê di vê mijarê de çi ji destê me bê bikin. Lê, ji bo vê jî helwestek dewlet û hikûmetê ya ku agirbesan nake amûr pêwîst e. Heta pirsgirêka Kurd, agirbes û hevdîtin ji amûrbûyinê neyê derxistin, pêwîst e êdî ti kes ji Tevgera Azadiyê ya Kurd bendewariya agirbesê neke.

Di rewşa heyî de heta desthilatdariya AKP’ê têkîldarî çareseriya pirsgirêka Kurd ji gelên Tirkiyeyê nebêje xwedî îradeya pêwîst e û wê ji bo çareseriyê gavê bavêje, bendewariyek têkîldarî çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê wê ji bilî xapandina gelên me neyê ti wateyek din.

Gavên divê bên avêtin

Eger desthilatdariya AKP’ê ji gelên Tirkiyeyê re taahhut bike ku di mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd de xwedî îradeya pêwîst e û wê ji bo çareseriyê gavan bavêje, Heyetek Meclîsê ya HDP’e jî di nav de bi Rêbertiya me re hevdîtinê bike û biryarê bigirin ku muzakereyên çareseriyê wê demildest destpê bikin û derfet bên avakirin ku di vê pêvajoyê de Rêber Apo, rêxistina wî jî di nav de, bi tevahî partiyan ku li derve û di hundirê parlamentoyê de cih digirin, di serî de Elewî, komên ku der barê demokratîkbûn û pirsgirêkên xwe de nêrînên wan hene, bi rêxistinên civaka sivîl û rewşenbîran re hevdîtinê bike, em ê jî wek Tevgera Azadiyê berpirsiyariyên dikeve ser milên xwe bi her awayî pêk bînin.

Ev ne spartin e ne jî pêşxistina şertan e; ji bo careke din li beramberî polîkaya ku mijarên têkîldarî çareseriya pirsgirêka Kurd wek amûr dibîne ewqas êş û windahiyên mezin dane gelê me dubare nebe, ew gav in ku divê di çareseriyên pirsgirêkên bi vî şêweyî de bên avêtin.

Eger ji polîtîkayên qirkirinê bê dûrketin, em ê jî çareseriyê hêsantir bikin

Eger dest ji înkarkertiyê û sepanînên qirkirinê yên li demê hatine belavkirin bê berdan, nêzîkatiyek ku wê pirsgirêka Kurd neke amûr û neke mijarek mijûlkirinê bi awayekî eşkere bê nîşandan, pir eşkere ye ku wek Tevgera Azadiyê em ê jî li gel gavên ku çareseriyê hêsan dikin, bibin parazvanê herî mezin ê çareseriyek ku xwişk û biratiya gelan pêş dixe. Bi vî awayî jî wê armanca têkoşîna me ya bi dehan salan ku çareseriyek xwişktî û biratî ya gelên Tirkiyeyê ye jî wê pêk were.”

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist