KCK: Jin wê pêşengiyê ji Rojhilata Navîn a azad re bikin

image_print

Duşem, 7 Mar 2016 – 11:03 

KCK: Jin wê pêşengiyê ji Rojhilata Navîn a azad re bikin


NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em 8’ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê û jinên Kurd pîroz dikin; hêvîdar in ku wê hemû jinên cîhanê bigihêjin jiyana demokratîk û azad a xwe dispêre azadiya jinê.”

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de bal hat kişandin ser îdeolojiya rizgariya jinê ya ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatiye afirandin û têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd hat destnîşankirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Li gelemperiya cîhanê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar tê pîrozkirin. Di 20 salên dawî de bi îdeolojiya rizgariya jinê ya Rêber Apo û xeta azadiya jinê re jinên Kurd di 8’ê Adaran de ji têkoşîna azadiya jinê re pêşengiyê dikin. Li erdnîgariya ku jinê bi civakîbûnê re civaka neolîtîk afirand û pêşengî ji mirovahiyê re kir, niha jî di şexsê azadiya jinê de têkoşîna ji bo azadkirina mirovahiyê tê meşandin.

Îro li cîhana me krîzeke siyasî, civakî û çandî der bûye. Ev krîza li Rojhilata Navîn bi rengê III. Şerê Cîhanê diqewime, ne tenê krîza modernîteya kapîtalîst e, di heman demê de krîza sîstema dewletparêziya serdestiya mêr a pênc hezar salan e. Yê krîz afiran sîstema bi serdestiya mêr e, lewma derketina vê sîstemê ji nava krîzê nepêkan e. Di nava şert û mercên roja îro de, ne tenê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn pirsgirêkên li gelemperiya cîhanê bi sîstemek demokratîk a azadîparêziya jinê re dikarin bên çareserkirin. Rêber Apo vebijarkek bi vî rengî ya çareseriyê daniye pêşiya gelên me. Tevgera Azadiya Jinê, ji vê vebijarkê li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bixe meriyetê xwe bi rêxistin dike û têdikoşe. Jinên Kurd bi rêxistinbûyîn û têkoşîna xwe re, ji bo bicihkirina jiyana azad û demokratîk li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn, pêşengiyê dikin.”

Pêşengî mafê jinên Kurd e

KCK’ê destnîşan kir, ku jinên Kurd bi berdêlên dayî re, pêşengiya jiyana demokratîk û azad heq kirine û wiha dewam kir:

“Jinên Kurd bûne xwedî vî mafî. Di nava mercên zehmet û serweriya feraseta bi serdestiya mêr de kedeke mezin dan, fedaîtiya jiyana demokratîk û azad derxistin holê û bi vî rengî têkoşîna azadiya jinê li tevahiya Rojhilata Navîn veguherand nirxekî giranbuha.

Ji bo Tevgera Azadiyê ya Jinê her sale tê wateya saleke têkoşînê ya ji nirxên nû. Ev yek jî ruhê azadiyê û hêza têkoşînê ya Tevgera Azadiyê ya Jinê mezin dike. Serdema bihurî, hem ji bo gelê Kured hem jî ji bo Tevgera Azadiyê ya Jinê bû sedemeke têkoşîna xwerêveberiyê û bidestxistina jiyana demokratîk û azad. Di berxwedanên xwerêveberiyê de jî fedaîtiya jinê derketiye pêş û ji berxwedanên xwerêveberiyê re bûne nirxê bingehîn ê moralê. Li Silopiayyê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar, dayika Taybet; li Cizîrê Derya, Berjîn, Sûltan û hînê gelek jinên din weke berxwedêrên xwerêveberiyê şehîd ketin û israra gelê Kurd a di jiyana azad de nîşan dan. Ev şehîdên me dane ser şopa Sarayan, Zîlanan, Bêrîtanan, Nûdayan, Çîçekan, Şîlanan, Viyanan, Sorxwînan, Arîn Mîrkanan û ji niha ve berxwedanên xwerêveberiyê bi ser xistine. Berxwedana bi ruhê azadiyê yê jinên Kurd afiriye, nepêkane têk biçe. Van berxwedêrên me yên jin, canê xwe feda kirin û bûn garantî û ruhê jiyana demokratîk û azad.”

‘Mêtîngerî li hemberî jinê têk çûye’

KCK’ê diyar kir, mêtîngeriya qirkirinê ya li Kurdistanê dewam dike, bi taybetî têkoşîna jinê hedef digire û destnîşan kir, ku teşhîrkirina bedena Ekîn Wan a di sala 2015’an de hat qetilkirin nîşan dide, ku mêtîngeriya qirkirina çandê çiqasî ji jinên Kurd ditirse.

Hevserokatiya Konseya Rêveber got, “Di têkoşîna azadiya jinê de têkçûna xwe dibînin, lewma hêrs û dijminatiyeke mezin li jinên Kurd dikin” û wiha dewam kir:

“Rêber Apo ruhê azadiyê yê jinê veguherand ruhê Tevgera Azadiyê û bi vî rengî têkoşîneke têk naçe derxist holê. Jinê Kurd ji bo layiqî Rêber Apo bin û Tevgera Azadiyê xurtir bikin, roj bi roj xwe bêhtir bi rêxistin dikin û têkoşînê mezin dikin. Tevgera Azadiyê ya Jinê, rol û bandora xwe ya di têkoşîna azadî û demokrasiyê ya mirovahiyê de dibîne û li ser vê bingehê li her deverê têkoşîna xwe mezin dike. Tevgera Azadiyê ya Jinê, ku azadiya jinê bi azadiya Rêber Apo re pêkan dibîne, wê di vê 8’ê Adarê de jî, di Newrozê de jî, di dema piştî wê de jî, ji bo azadiay Rêber Apo têkoşîna xwe xurt bike. Bi xwedîderketina li Rêberê xwe yê jin rakir ser piyan, xurt kir, li qada siyasî, civakî û çandî veguherand hêza çareseriyê re, wê azadiya xwe pêk bîne.”

‘Jin wê ji Rojhilata Navîn a azad re pêşengiyê bikin’

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bibîr xist, ku jinan îsal berdêlên giran dane û ev peyam da:

“Îsal jinan berdêlên giran da. Herî zêde jin xwedî li berxwedana xwerêveberiyê derketin. Xwerêveberî tê wateya destnîşankirina vîna jinê û xurtkirina xwe bi xwe ye. Xwerêveberî tê wateya bi ser xistina têkoşîna azadiya jinê. Navendîbûn çiqasî sîstemeke bi serdestiya mêr be, xwerêveberî û demokrasiya xwecihî jî ewqasî sîstemeke azadîparêziya jinê, sîstema ji hêza jinê ye. Li ser vê bingehê em bang li hemû jinan dikin ku xwedî li berxwedana xwerêveberiyê derkevin û li ser bingeha azadiya jinê azadiya civakî pêk bînin. Em bang dilkin, ku bi têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo re Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad pêk bînin û li ser vê bingehê di ruhê azadiyê yê jinê de ji têkoşîna xwe gihandina jiyana azad û demokratîk a Rojhilata Navîn re pêşengiyê bikin.”

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist