KCK’ê ji bo rizgarkirina Efrînê bang li tevahî Kurdan kir

image_print

Pênçşem, 17 Jan 2019 – 11:56  ROJNEWS / NAVENDA NÛÇEYAN

KCK’ê ji bo rizgarkirina Efrînê bang li tevahî Kurdan kir

KCK’ê diyar kir ku li Efrînê sûcê qirkirinê hatiye kirin û ji bo vê jî bang li tevahî gelê Kurd û bi taybet jî tevgerên Bakurî, Başûrî û Rojhilatî kir ku ji bo rizgarkirina Efrînê berpirsiyariyên xwe pêk bînin. KCK’ê dazanîn ku wê têkoşîna rizgarkirina Efrînê teqez bi serbikeve.


Hevseroktiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li ser salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê di destpêka daxuyaniyê de şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi bîranî. Daxuyaniya KCK’ê wiha destpê dike, “Salvegera yekemîn ya êrîşa li ser Efrînê ye. Dewleta Tirk bi êrîşa ser Efrînê, bi hilweşandina pergala demokratîk a bi azadîxwaziya jinê, armanc kiriye ku Efrînê dagir bike. Li dijî vê tevgera dagirker a bi armanca qirkirinê, gelê Efrînê bi rengekî fedaî li ber xwe daye. 300 jê jin, zarok, yixtiyar, 1000 kes şehîd daye. Em ên ku di vê berxwedanê de şehîd bûne bi minet bi bîr tînin. Gelê Kurd vê dagirkeriya bi armanca qirkirinê wê ti carî ji bîr neke, Efrînê ji dagirkirinê rizgar bike.”

Li Efrînê sûcê qirkirinê hate kirin

Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Efrîn û navçeyên wê bi temamî bajarên Kurd in” û hate domandin, ”Dewleta Tirk bi dagirkirinê re, zor lê kiriye ku bi sed hezaran Efrînê ji Efrînê koç bikin. Li gundan, navçeyan û li navenda Efrînê çete û malbatên bi Tirkiyeyê re têkildar bi cih kirine. Kurdên ku xwestine ku li Efrînê bimînin jî bi zext û zordariyê direvîne. Gelek saziyên navneteweyî gotine li Efrînê bi zext û zor û êşkenceyê Kurd ji ji şûnwarê xwe têne kirin û Efrîn ji Kurdan tê xalîkirin. Niha dewleta Tirk li ber çavê cîhanê bi guherandina avaniya demografîk sûcê qirkirinê dike. Li Efrînê ku 95 ji 100’ê wê Kurdan e, niha tenê 15-20 ji 100’î Kurd mane. Ev rasteqînî nîşan dide ku il Efrînê sûcê qirkirinê hatiye kirin.

Dewama daxuyaniya hevserokatiya KCK’ê wiha ye;

NY, YE, DYE û Rûsyayê temaşeyê dagirkirina Efrînê kirin

”Dema ku dewleta bi Tirk bi balafir, tang, topan jin, zarok, yixtiyar qetil dikirin Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropa (YE), Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Rûsya li vê komkujiyê, dagirkirinê û qirkirinê temaşe kirine. Bi helwesta xwe rê ji vê dagirkirinê re vekirine û teşwîq kirine. Rûsya bi vekirina qada hewayî re, bi asta pêşî bûye hevkarê vî sûcê qirkirinê. Ya ku kir ku dagirkerî pek were qada hewayî ji balafir û helîkoptêran re vekirî Rûsya ye. Rûsya bi bazareke genî, ji bo ku çeteyên li Gutayê û derdora wê derkevin, bazara Efrînê bi Tirkiyê re kiriye. Niha beşekî girîng ên ku li Efrînê hatine bicihkirin ew çete ne ku ji Gutayê anîne û malbatên wan in. Tirkiyeyê li navçe û gundên nêzî sînorê xwe jî çeteyên bi ser Tirkiyê ve bi cih kirine. Ev der hê ji niha ve kirine parçeyek ji Tirkiyê.

Tirkiye dijminê Kurdan e

Tirkiye bi dagirkirina EFrînê dijminatiya xwe ya li Kurdan û demokrasiyê nîşan daye. Careke dî, bi rengekî zelal nîşan daye ku li dijî hebûna Kurdan, li dijî jiyana azad û demokratîk e. Ne tenê li Tirkiyê, li hemû Rojhilata Navîn nîşan daye ku dijminê demokrasiyê ye. Li hundir û derve Tirkiye li ser du xalan hesas e. Ya pêşî, dijminatiya li hebûna Kurdan û jiyana azad. Ya duyem; dijberiya demokrasiyê. Dema ku çav li van dikeve, weke boxeyê ku çav rengê sor kirî êrîşê tîne.

Plana hilweşandina pergala demokratîk dikin

Desthilata AKP-MHP’ê ku li Bakurê Kurdistanê her roj êrîşê dibe ser Kurdan û hêzên demokrasiyê, li cîhanê pergaleke faşîst ya nedîtî ava kirine, niha jî dixwazin êrîşê bibin ser pergala demokratîk a li Minbicê û Bakurê Sûriyê. Bi armanca ku pergala demokratîk a ku Kurdan, Ereban, Sûryanan û gelên din bi hev re ava kirine, ji holê were rakirin, plana dagirkriinê tê kiin. Weke li Efrînê hatî kirin, dixwaze çeteyên bi ser xwe ve li Rojava û Bakurê Sûriyêbi cih bike, li van deran Kurdan nehêle û pergaleke mezhebî û faşîst ava bike. Desthilata AKP-MHP’ê bi vê hişmendî û polîtîkaya xwe nîşan daye ku ne tenê li Tirkiyê, li hemû Rojhilata Navîn berevaniyê li paşverûtiyê dike. Ji ber ku dibînin di demokratîkbûna Sûriyê û Rojhilata Navîn de pergala wan a qirker, mêtinger û dijminê gelan wê têk biçe, bi paşverûyên herêmê yên ku dijminê demokrasiyê ne, hevalbendiyê dike.

Heta ku faşîzma AKP-MHP’ê neyê şikandin aştî ne pêkan e

Çeteyên ku faşîzma AKP-MHP destekê dide wan û Sûriyeya ku ew dixwazin ava bikin, nîşan dide ku ev desthilat ne tenê ji bo gelên Rojhilata Navîn ji bo hemû mirovahiyê taloke ye. Têkoşîneke li dijî faşîzmeke wiha têkoşîna parastina hemû mirovahiyê ye. Heta ku faşîzma AKP-MHP’ê neyê têkbirin, ne pêkan e ku li Rojhilata Navîn aştî, aramî û demokrtîkbûnê pêk were. Ji bo vê jî berxwedana Kurdan a a li dijî faşîzma AKP-MHP’ê û ya li dijî êrîşên wê, berxwedana hemû mirovahiyê ye. Kurd li Bakurê Kurdistanê, li Qadên parastinê yên Medyayê, li Rojava û Bakurê Sûriyê li ser navê hemû mirovahiyê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ji niha û pê de jî wê heta dawiyê li ber xwe bide.

Kurd hemû ji bo rizgariya Efrînê divê li ber xwe bidin

Berxwedana Efrînê berxwedana rûmet û namûsê ya hemû Kurdan e. Efrîn yek ji quncika bihiştê ya Kurdan e. Heta ku Efrîn ji dagirkirinê neyê rizgarkirin Kurd li ti deverê nikarin bi rehetî rûnin û razin. Rizgarkirina Efrînê ne tenê berpirsyariya Efrîniyan û Rojava ye, berpirsyariya hemû Kurdan e. Hemû Kurd ji bo rizgariya Efrînê çi dikeve ser milê wan divê bikin. Tevgerên siyasî yê Bakurî, Başûrî, Rojhilatî û gelê li çar parçeyan teqez divê bi rojeva Efrînê bin, ji bo rizgariya Efrînê divê xwe bixin bin bar. Bêguman divê tenê xeyalek, armancek û armanceke jiyanê ya ciwanên Efrînê hebe; ev jî divê ew be ku ji bo rizgariya Efrînê di nav berxwedanê de cih bigirin.

Di salvegera pêşî ya êrîşa ser Efrînê de em berxwedana mezin slav dikin, şehîdên xwe bi minetdarî bi bîr tînin, careke dî diyar dikin, di têkoşîna rizgarkirina Efrînê de berpirsyariya ku dikeve ser milê me, em ê bi cih bînin; bawer dikin ku têkoşîna rizgariyê ya Efrînê bi teqezî wê bi ser bikeve û li ser vê bingehê em bang dikink u li dijî dagirkeriyê em têkoşînê geş bikin.”

(bz)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist