کوردی
العربية
Arşîv
În, Adar 5, 2021
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

KCK’ê ji xelkê Mexmûrê re sersaxî xwest

  ROJNEWS- MEXMUR
20/01/2021 - 12:38:42 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
KCK’ê ji xelkê Mexmûrê re sersaxî xwest
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo 4 karkarên jiyana xwe dest dan ji welatiyên Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) re sersaxî xwest.

Di 17’ê Çileyê de 4 karkerên Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dema ku berbi Bexdayê ve diçûn, di navbera Bêçî û Şirgatê de qeza kirin û jiyana xwe ji dest dan. 2 karker ji birîndar bûn.  Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo şêniyên Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) peyama sersaxiyê weşand.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Denîz Xelîl Denîz, Mehmûd Sîso Tahir, Hogir Mûsa Yûsûf û Cîhat Mihemed Hecî Mihê, ku ji Mexmûrê ji bo kar diçûn cihên cuda yên Iraqê, ji ber qezaya trafîkê jiyana xwe ji dest dan. Em ji malbatên wan û temamiya xelkê Mexmûrê re sersaxiyê dixwazin.

Xelkê Mexmûrê, piştî ku dewleta Tirk a faşîst qirker gundên wan şewitand û vala kir, ji Botanê koçî Başûrê Kurdistanê kir. Ji ber ku Başûrê Kurdistanê weke welatê xwe dîtin. Li gorî wan, li welatê xwe yê ku bi sînorên çêkirî li nav hatiye xêzkirin, bêyî ku zor û zehmetiyê bikişînin wê karibin bijîn. Ji ber vê yekê zarok, kal, pîr, jin li gel tehdeyê jî ber bi Başûrê Kurdistanê bi rê ketin. Lê belê 27 sal in zext û zilmeke ku ew qet ne li bendê bûn, li wan hate kirin. Avêtin ser kampên wan, hatin kuştin, dorpêçî û ambargo li wan hate ferzkirin, ji ber vê yekê jî neçar man ji kampekê ber bi kampeke din ve bar bikin. Herî dawî li Kampa Mexmûrê ya di bin kontrola Iraqê de ye, bi cih bûn. Sala 2003’an bi avabûna Federasyona Başûrê Kurdistanê re li bendê bûn ku pirsgirêk kêm bibin, lê belê zext û zordarî timî bûn para wan. Di demekê de ku dewleta Tirk bi êrişên balafiran dixwaze kampê belav bike, PDK du sal in kamp dorpêç kiriye û ambargo daniye ser. Bi rêya van êrişan û dorpêçiyê dixwazin kampa Mexmûrê ji hev belav bikin.

Tevî ku raya giştî ya Kurd dixwaze ambargo bê rakirin, ji ber daxwaza dewleta Tirk ambargo dewam dike. Şêniyên kampê jî ji ber ambargoyê neçar mane ji bo kar biçin cihên dûr. 4 karker jî di nava vê atmosferê de jiyana xwe ji dest dan. Mexmûriyên ku ji dilê Kurdistanê ji Botanê ne, ji ber ku nasname û rûmeta xwe diparêzin vê zext û zilmê dibînin. Xelkê Mexmûrê li gel van zextan jî ji sekna xwe ya bi rûmet tawîz nedane, li ber her cûre zextên teslîmiyetê rabûne. Bi helwesta demokratîk û welatparêz a xurt, her tim xwedî li hesret û bîranîna şehîdan derketine.

4 karkeran jî di nava têkoşîna parastina rûmetê de jiyana xwe ji dest dan. Ne xelkê Mexmûrê, ne gelê Kurdistanê, ne jî Tevgera me ya Azadiyê wê van karkeran ji bîr bikin. Sekna wan a bi rûmet wê li her cihî bê nîşandan. Ev sekna bi rûmet wê Kurdistanê û gelê Kurd teqez azad bike. Kurdistan wê bibe welatê mînak ê jiyana demokratîk û azad. Xelkê Mexmûrê jî wê bi helwesta xwe, bi şehîdên xwe bibe xelkê neyê jibîrkirin ê vê têkoşîna azadiyê.

Rêber Apo, ji ber ked, şehîd û zehmetiyên kişandiye, ji tevahiya gelê Kurd xwestibû ku xwedî li Mexmûrê derkeve. Sekna bi rûmet a xelkê Mexmûrê her tim gelekî hêja dîtiye. Tevgera me ya azadiyê jî wê li ser bingeha vê sekna xelkê Mexmûrê, ji bo pêkanîna hesreta vî gelî û şehîdên wan, heta afirandina Kurdistana Azad wê têkoşîna xwe dewam bike.

Yên ku ji ber zor û zehmetiya dorpêçiyê li ser rêya kar û di binê çavan de jiyana xwe ji dest dan, wê weke kedkarên têkoşîna azadiyê dîroka Kurdistana Azad de cih bigirin.”

Nûçeya berê

Li Mexmûrê dagirkirina Efrînê hate şermezarkirin

Nûçeya pişt re

Li Rojhilatê Kurdistanê 5 kesên din hatin binçavkirin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

KCK: Hemû ew mikurhatinane di bin zextek dezgeha Parastinê de hatine girtin

KCK: Hemû ew mikurhatinane di bin zextek dezgeha Parastinê de hatine girtin

Adar 5, 2021
Li Silêmaniyê 5 kes hatin binçavkirin

Li Silêmaniyê 5 kes hatin binçavkirin

Adar 5, 2021

PYNK: Serdana Nasir El Herîrî ya ji bo Hewlêrê nîşana xeteriyên mezine

Şehîdên Raperînê li Ranyeyê hatin bi bîranîn

3. Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê destpêkir

Tevgera Azadî: Bi ruhê Raperînê dijî dagirkeriyê rabin

Nûçeya pişt re
Li Rojhilatê Kurdistanê 5 kesên din hatin binçavkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê 5 kesên din hatin binçavkirin

Yên Li Pêş

Lahor Şêx Cengî bo Barzanî: Te bi temamî bawerî û îtîbara xwe ji dest da

Lahor Şêx Cengî bo Barzanî: Te bi temamî bawerî û îtîbara xwe ji dest da

Adar 3, 2021

Piştî ku PDK’ê destkarî li dosyaya êrîşkariya li ser Xalib Mihemed kir û şûnde, Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî peyamek...

Elî Kerîmî: Serokê çeteyên Sûriyeyê hatiye li gel Barzanî ezmûna Rojava tine bike

Elî Kerîmî: Serokê çeteyên Sûriyeyê hatiye li gel Barzanî ezmûna Rojava tine bike

Adar 4, 2021

Siyasetmedarê Kurd Elî Kerîmî diyar kir ku armanca hatina şandeya ‘Hevpeymaniya Nîştimanî ya Suriyeyê’ ya li Hewlêrê ji bo tinekirina...

Wezîrê berê yê Dadê: PKK hêzek siyasî û mezine

Wezîrê berê yê Dadê: PKK hêzek siyasî û mezine

Adar 4, 2021

Wezîrê berê yê Dadê ê Hikumeta Herêma Kurdistanê Faruq Cemîl got ku PKK hêzek mezin a siyasiye û wê di...

 HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûn eşkere kir

 HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûn eşkere kir

Adar 4, 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên li Xakurkê di êrişa hewayî de şehîd bibûn eşkere kir. Navenda...

3. Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê destpêkir

3. Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê destpêkir

Adar 5, 2021

Sêyemîn Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê, li mezgargeha Şehîd Dilgeş û Berxwedan destpêkir. Wê di konferansê peyamên sazî û...

Beşdar Hesen: Belav kirina îfadeya girtiyên Behdînanê berovajiyê yasayê ye

Beşdar Hesen: Belav kirina îfadeya girtiyên Behdînanê berovajiyê yasayê ye

Adar 4, 2021

Parêzerê Dosya girtiyên Behdînanê Beşdar Hesen têkildarî belavkirina îfadeyên girtiyên Behdînanê got; “Em van tevayî gotinên girtiyên Behdînanê û qeyda...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist