Keçek ji Rojavayê Kurdistanê ku hatibû revandin li Kerkûk hat dîtin

În, 9 Pûşper 2017 – 13:20 

Keçek ji Rojavayê Kurdistanê ku hatibû revandin li Kerkûk hat dîtin

Keçek 11 salî ya ji Rojavayê Kurdistanê  ku hatibû revandin, li baxçeyek Kerkûkê hat dîtin. Berdevkê Polîsên Kerkûkê jî Efrasyaw Kamil diyar kir dibe ku ev zaroke destdirêjiya cinsî lê hatibe kirin.


SORAN MIHEMED/ KERKÛK

Berdevkê Polîsên Kerkûkê jî Efrasyaw Kamil di daxuyaniyek li gel ajansa me de diyar kir ku saet 00:00’ê şeva buhrî de keçek temen 11 salî ji Rojavayê Kurdistanê li baxçeyê nêzî rêveberiya şaredariya Kerkûkê hatiye dîtin.

Her wiha Efrasyaw Kamil anî ziman ku ew zarok bi navê Îman Ehmede, ji Rojavayê Kurdistanê ye û malbata wê li bajarokê Daretû ya ser bi Hewlêrê dimîne.

Efrasyaw Kamîl di dawî de wiha got: “Ew keç hatiye revandina bajarê Kerkûkê. Guman tê kirin ku destdirêjiya cinsî lê hatibe kirin. Ji bo lêkolînê jî hatiye rakirina nexweşxaneya Azadî ya Kerkûkê. Her wiha polîsan malbata wê jî agahdar kirine ku keça wan li bajarê Kerkûkê ye.”

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist