Welatiyê ji Hewlêrê ku berî niha li ber Dadgeha Hewlêrê eşkerekirîbû ku ‘gef li ser jiyan min heye’ û gilî kirîbû hate kuştin.
Di roja 9’ê Çileya 2022’yan de welatiyê bi navê Samî Yasîn Ezîz li ber Dadgeha Hewlêrê daxuyanî da û gotibû: “Di saet 03.10’ê şeva 09’ê Îlona 2021’an de li taxa Teyrawa û li kolana 30 metrî ya Hewlêrê terorîsê bi navê Îsam Yasîn Ezîz ku birayê mine, êrişî min kir û ez birîndar kirim. Min îro ji ber vî karê kiriye giliyê Îsam kir. Di sala 2010’an de kesek û di sala 2018’an de jî 2 kesên din kuştiye.”
Samî wê demê navê du kesên ku hevkariya birayê wî dike eşkeribû û gotibû: “Du berpirs piştgiriya wî bikin, lewma nagirin.”
Di 11’ê vê mehê de di navbera bajaroka Aştî û Dukan de cenazeyê kesekî hate ditin ku cihê 5 guleyan li ser bedena wî bû.
Berpirsê Polîsên navçeya Koyeyê ya Hewlêrê Elî Ebdullah ji Rojnews’ê re ragihand ku piştî ku cenaze hatin dîtin û rakirin Tiba Edlî ya Hewlêrê, derkete holê ku cenaze yê kesê bi navê Samî yê ku ragihandibû ku metirsî li ser jiyana wî heye û got: “Şeva Pênçşemê cenaze radestî malbata wî hae kirin û niha tê lêpirsîn kirin. Ji bo dîtina bikuj lêkolîn berdewam dike.”
(ab)