‘Kiryarên dewleta Tirk li dijî her çar parçeyên Kurdistanê ye’

image_print

Duşem, 7 Nov 2016 – 18:31 

‘Kiryarên dewleta Tirk li dijî her çar parçeyên Kurdistanê ye’

Li Hewlêrê îro çend rêxistinên civak sivîl ji bo piştgiriyê çûn serdana Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê.


HANA AZAD / HEWLÊR

Li Hewlêrê îro çend rêxistinên civak sivîl ji bo piştgiriyê çûn serdana Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê. Armanca serdanê şermezarkirina girtina hevserok û parlamenterên HDP’ê bûn. Li nûnertiyê rêxistina daxuyanî dan û dan diyar kirin ku kiryarên dewleta Tirk li dijî hemû gelê Kurde.

Piştî serdanê rêxistinan û Hevsroka Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê Şîlan Emînoglu daxuyanî dan. Di serî de Emînoglu axivî û got; “Niha derketiye holê ku Tirk dagirkerin û ew kiryarên Tirkan kiriye li dijî her çar parçeyên Kurdistanê ye. Tişta Kurdan bi destê xwe xistiye, destkeftiya Kurdane kesekê ne daye Kurdan. Niha desthilatdariya dîkdator a Erdogan dest avêtiye guherîna rewabûna hilbijartinê.”

Emînoglu da zanîn ku girtina çapemeniyê û danîna qeyûman tirsa Erdogan ya ji gelê Kurde û got; “Her tiştek rû dide berpirsyartiya wê Erdogane.”

Li ser navê rêxistinên hatîn serdana nûnertiya HDP’ê jî daxuyanî hate xwendin û di daxuyaniyê de bal kişandin li ser girtina parlamenter û hevserokên HDP’ê û wiha hate gotin; “Em wek saziyên civaka sivîl wek erkê xwe dibînîn ku piştgirî û alîkariya hevalên xwe bikin. Ji ber vê em baş dizanîn ku bi van kiryarane, em Kurd ji holê narabin û nikarin Kurdan ji serkeftina wê dur bixin.”

Di daxuyaniyê de bang li hêz û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî hate kirin û wiha hate raighandin; “Pêwîste hemû hêz û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistan bi erkê xwe yê netewî û nîştîmanî rabin. Hewil bidin bi diyalog û peywendiyan xebatê ji bo azadkirina hevserok û parlamenterên HDP’ê û hevserokên şaredariyan bikin.”

(mk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist