KJK: Divê Newroza îsal bi rêbazên cuda bê pîroz kirin

Çarşem, 18 Mar 2020 – 14:33  Navenda Nûçeyan

KJK: Divê Newroza îsal bi rêbazên cuda bê pîroz kirin

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ji ber nexweşiya şewbê Newroz îsal bi rengekî girseyî nayê pîrozkirin û destnîşan kir ku bi rêbazên cuda jî be divê were pîrozkirin. KJK’ê got; “Newroz ji bo Kurdan cejna herî bedew e, yek ji cejnên herî pîroz e. Newroz rengê me ye, dengê me ye, nefesa me ye.”


Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand û cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li gelê Kurd pîroz kir.

Daxuyaniya KJK’ê wiha ye;

“Cejna Newrozê di serî de li Rêber Apo ku bi berxwedanê wate da hebûna gelê Kurd û bi lêgerîna li wateyê jî nirxê azadiyê zêde kir, li jinan hemûyan ên têdikoşin û li ber xwe didin pîroz dikin. Di kesayetiya Mazlûm Dogan, Zekiye, Rahşan, Berîvan û Ronahî de cangoriyên têkoşîna azadiyê bi minet bi bîr tînin û soz didin ku sekna wan a têkoşer veguherînin meşa xwe ya Newrozê.

Gelê Kurd xwedî çandeke qedîm û rêbaza xwe ya jiyanê ye. Bi ziman, çand û nirxên xwe hebûna xwe li erdnîgariya xwe dewam kiriye. Bi ked, hilberîn û nirxên têra xwe dike, hebûna xwe li ser xaka xwe bi wate kiriye. Ji bo nirx û yekparebûna wateya xwe biparêzin gelek caran serî hil dane, li ber xwe dane û têkoşiyane. Gelek caran dagirkerî, talan û êrişên qirkeriyê lê hatiye kirin, lê hebûna xwe bi israr parastiye. Ji ber vê yekê serdest, netewe dewlet û hêzên mêtinger ên xwedî mejiyê Dehaq ê zalim timî zilm lê kiriye. Kurdan çawa ku zilma Dehaq têk birin û li Rojhilata Navîn qada jiyana bi çandên qedîm afirandin û bi gelan re bingeha jiyaneke azad danîn, bi rola xwe ya pêşengiyê ya ji vê berxwedanê re li Rojhilata Navîn li dijî DAIŞ’ê û dewleta Tirk a faşîst ku palpiştê DAIŞ’ê ye, vê mîsyona xwe bi têkoşînê dewam dikin. Kurd ji bo zîncirên mêtingeriyê bişikînin û xwe bigihînin azadiyê bi israr li ber xwe didin û weke şervanên bêdawî yê têkoşînê parastina xwe didomînin.

Dema ku Newroz tê gotin, Kurd vê sala nû weke serdemeke guherîn û veguherînê dibînin. Ti Kurd naxwaze Newrozê bi tena serê xwe derbas bike. Ji ber ku zanin Newroz bîra civakî ye. Zanin ku Newroz îradeya kolektîf, ked û zanebûn.

Newroz ji bo Kurdan cejna herî bedew e, yek ji cejnên herî pîroz e, weke nirxê şaristaniya demokratîk tê dîtin. Em Newroza 2020’an bi vê hestê pêşwazî dikin. Em pê piştrast in ku wê vê têgihiştinê xwedî lê derkevin. Her kesê ku ji bo azadiyê gav avêtiye yan jî dilê xwe bi azadiyê re ye, wê bibe Newroz û bi hestên wekhevî û edaletê lêgerînên xwe yên azadiyê xurt bikin. Newroz rengê me ye, dengê me ye, nefesa me ye.

Ji ber nexweşiya şewbê Newroz îsal bi rengekî girseyî nayê pîrozkirin. Bi rêbazên cuda jî be divê were pîrozkirin. Kurd dikarin meşaleyên xwe li ser banê mala xwe pêxin, bi ruhê berxwedanê yê Kawayê Heskinkar, Mazlûman, Zekiyeyan, Rahşanan û Ronahiyan, pêşwazî bikin. Li mala xwe bi vêxistin û vemirandina lampeyan, bi gotina Sirûdan, bi ruhê Newrozê bê pêşwazîkirin. Bi komên biçûk jî be divê em karibin li kolanan govenda xwe bigerînin, stranên xwe bêjin Newroz Pîroz be.”

(xb)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist