کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Sêşem, Pûşper 28, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

KNK di salvegera damezrandina xwede peyamekî belav kir

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
24/05/2022 - 11:56:51 am
in KURDISTAN
0 0
A A
KNK di salvegera damezrandina xwede peyamekî belav kir
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

KNK’ê salvegera 23’emîn a damezrandina xwe li gelê Kurdistanê pîroz kir û got, “KNK bûye pirek di navbera partî, sazî û kesayetiyên Kurd, Kurdistanî, pêkhate û baweriyên etnîkî yên Kurdistanê de.”

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) salvegera 23’an a damezrandina KNK’ê bi daxuyaniyekê pîroz kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi cesaret, xebat, têkoşîna endam û dost û hevkaran, kete nava 23. saliya xwe. 22 sal ji xebata bê navber ji bo doza rewaya gelê Kurdistanê, 22 sal ji hewl û têkoşîna berdewam ji bo bidestveanîna yekrêzî û yekîtiya neteweyî, ber bi gehiştina  dîplomasiyeke neteweyî ya yekgirtî û peydakirina dostayetiya gelan ligel doza rewa ya gelê Kurd û Kurdistaniyan derbas kir.

‘KNK bûye pirek navbera Kurdan de’

Di dema derbasbûyî de, bêrawestan hemû kongre û civatên giştî yên xwe bi şêweyeke bi rêk û pêk û bi serketî pêkanîn. Bi sedan konferans û civînên berfireh di saziyên navneteweyî û parlamentên welatan li ser pirs û doza Kurdistanê bi rêxistin kir. Hezaran dîdar û çavpêketinên dîplomasiyê bi mebesta avakirina lobî û nasandina doz û pirsa Kurdistanê û piştgîrîkirinê encam dane. Li ser astê neteweyî û niştimanî jî bi dehan konferans û civînên rawêjî û diyalogên navxweyî rêkxistine. KNK bûye pirek di navbera partî, sazî û kesayetiyên Kurd, Kurdistanî, pêkhate û baweriyên etnîkî yên Kurdistanê de. Ev kar û xebatên han hemû bi ked û têkoşîna berdewam a gişt endam û dostên KNK’ê hatin kirin. Cihê amaje pêkirinê ye ku di dîroka Kurd û Kurdistanê de heta niha ti deziyekê neteweyî û niştimanî mîna KNK’ê me nebûye ku 22 sal bi berdewamî û bênavber ji xebata neteweyî di nav kar û têkoşînê de be. Guman tê de nîne ku bêkêmasî jî nebûye û negihaye wê astê ku dilê me hemiyan dixwaze.

‘Ji bo encamgirtinê pêwîstî bi dîtineke stratejîk û têkoşîneke dewamî heye’

Ji bo ku KNK bi hêztir bibe û bikaribe zêtir rolê xwe yê neteweyî û niştimanî bibîne, pêwîstî bi hewl û têkoşîna berdewam û cidî heye. Pêwîstî bi dûrbînî û dîtinên stratejike, pêwîstî bi zêtir li hevgehiştina tev Kurdistaniyan heye bi hemû cudahiyên xwe ve.

KNK wek platformek, wek kenaleke girîng a têkoşînê di xebatê azadîxwaziya gelê Kurdistanê de, berdewam piştgirê xebat û têkoşîna Kurdistaniyên hemû parçeyên Kurdistanê bûye. Li dijî êriş û dagirkeriya dagirkeran jî, her tim li ser xet bûye û rolê pêşengiya xwe li hember dîtiye û dibîne.

Pîrozbahî

Salvegera damezradina  KNK’ê li hemû gelê me pîroz be, li giyanê şehîdên rêya azadî, serferaziya Kurdistanê û mirovatiyê û malbatên wan yên bi rûmet pîroz be. Li hemû wan endaman yên ku di pêngavên destpêkê de kedên hêja dan, li hemû endamên KNK’ê yên niha ku bi dilsozî ve di nava meydana têkoşîn û xebatê de pîroz be. Li hemû zindaniyên Kurdistanî, li birêz Abdullah Ocalan ku bi pêşniyar û hewlên wî KNK ava bû, di zindanê de jî dema bi parêzerên xwe diaxêvî yekem daxwaza wî ev bû digot; ji bo gehiştina yekîtiya neteweyî lezê bikin. Her wiha li hemû şervanên azadiyê, li gerîla û pêşmerge û hêzên parastina gel û nîştiman pîroz be. Li riha wan endamên ku wexer kirine em hêjayî pîroz be.”

(bz)

 

Nûçeya berê

Cenazeyê Çelebî li Bakurê Kurdistanê ye

Nûçeya pişt re

Bayik: Amerîka qada hewayî ya Başûr û Iraqê vedike, dewleta Tirk jî lêdixe

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nêçîrvan û Bafil li gel fermandarê koalîsyonê civiyan

Nêçîrvan û Bafil li gel fermandarê koalîsyonê civiyan

Pûşper 28, 2022
HPG: 17 dagirker hatin cezakirin, 2 kon hatin îmhakirin

HPG: Li Avaşîn, Zap û rojavayê Ava Zê 34 dagirker hatin cezakirin-Hate Nûkirin

Pûşper 28, 2022

Dewleta Tirk jîngeha Kurdistanê qir dike: Desthilata Başûr çav jêre digire!

34 partiyên Bakur û Rojhilatê Sûrî: Ji bo rê li ber êrişan bê girtin, divê qada hewayî were girtin

Li Hewlêrê serokê Koleja Yasa û mamostayek hatin kuştin-Nû Bû

Li Şengalê dest bi vekirina 6 gorên din ên komî hate kirin

Nûçeya pişt re
Bayik: Amerîka qada hewayî ya Başûr û Iraqê vedike, dewleta Tirk jî lêdixe

Bayik: Amerîka qada hewayî ya Başûr û Iraqê vedike, dewleta Tirk jî lêdixe

Yên Li Pêş

Şehîd Diyar Xerîb bi merasîmek girseyî hat bîranîn-HAT NÛKIRIN

Şehîd Diyar Xerîb bi merasîmek girseyî hat bîranîn-HAT NÛKIRIN

Pûşper 27, 2022

Li Silêmaniyê bi dirûşma “Bi ruhê şoreşgerî yê Heval Helmet, dagirker û xiyanetkaran têk bibin” merasîma sêyemîn salvegera şehadeta Endamê...

‘Kelûpelên ku Amerîka ji Rojava re dişîne, PDK di dize’

‘Kelûpelên ku Amerîka ji Rojava re dişîne, PDK di dize’

Pûşper 27, 2022

Hat gotin, hin kelûpelên ku Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê re dişîne, ji aliyê PDK’ê ve tên dizîn. Ji ber vê...

Li Şengalê dest bi vekirina 6 gorên din ên komî hate kirin

Li Şengalê dest bi vekirina 6 gorên din ên komî hate kirin

Pûşper 28, 2022

Li gundê Qinê ya başûrê rojhilatê Şengalê dest bi vekirina 6 gorên komî hate kirin. Li gorî şahidên komkujiyê dibêjin,...

Jinên Ciwan yên Êzidî wê yekemîn kongreya xwe lidarbixin

Jinên Ciwan yên Êzidî wê yekemîn kongreya xwe lidarbixin

Pûşper 28, 2022

Berdevka Ciwanên Êzidî Sara Botan diyarkir ku ewê di roja şehadeta Şehîd Zîlan de yekemîn kongreya xwe lidarbixin. Botan bang...

Li Hewlêrê serokê Koleja Yasa û mamostayek hatin kuştin-Nû Bû

Li Hewlêrê serokê Koleja Yasa û mamostayek hatin kuştin-Nû Bû

Pûşper 28, 2022

Xwendevanek danê siharê êrişî serokê Koleja Yasa ê zanîngeha Selahedînê kir. Di encama êrişê de serokê kolejê û mamostayek hatin...

Bi keda xwe pêwîstiyên jiyanê dihilberînin

Bi keda xwe pêwîstiyên jiyanê dihilberînin

Pûşper 28, 2022

JIYAN PÎRAN / MEXMÛR Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ev çend salin ji bo pêşwazîkirina nan firneyek ...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist