KNK: Em zimanê Kurdî biparêzin û pê biaxivin

KNK’ê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir. KNK’ê got; “Divê em hemû, zimanê Kurdî û zimanên din yên Kurdistanî biparêzîn û rojane wek zimanê sereke pê biaxivîn.”


Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK'ê bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê peyamek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;

“Demeke dûr û dirêj e ku gelên Kurdistanê bi Kurd, Kildan, Asûrî, Suryanî û Ermenî bi fermanrewaya dewletên serdest û dagirkerên Kurdistanê ji wî mafê rewa bê behr in. Zimanê Dayikê li me qedexe kirine û bi hemû şêweyên şovenistî û regezperistî, hewil dane û didin ku zimanê me lawaz û kirêt bikin û ji holê rakin. Kesayetiya me di nava civaka Ereb, Faris û Tirkan de bi fetisînin.  Parastin û xwedîderketin, bikaranîn û axaftina bi zimanê dayikê bingeha hebûna her neteweyê ye, hevênê nasname û kesayetiya her teke kesekî/a civakê ye, û yeke ji sitûnên herî giring yên netewebûnê ye.

Ew mirovê zimanê xwe yê zikmakî ji dest da, yan pêve girêdayî nema, her tiştê xwe bi hêsanî wê ji dest bide, û hesta neteweyî li cem lawaz dibe. Lewma pêwîste Kurdistanî zimanê xwe yê dayikê û neteweyî bi hemû zaraveyên heyî ve biparêzîn û rojane di hemû waran de bi kar bînin. Bêgûman her zimanê nekeve nava proseya perwerde û xwendinê û lêkolînên akademîk dem bo demê ser nehên encam dayîn, ew ziman pêşnakeve û nayê parastin jî.

Li her çar perçeyên Kurdistanê, bi taybet li rojavayê Kurdistanê serbarê wê rewşa şer, rewşên nexweş, barê asayîşa giştî û nearamiya di tevaya warên jiyanê de, proseya xwendin û perwerdeya bi zimanê zikmakî nesekiniye û roj bı roj pêş de çû ye.

Roja Navneteweyî ya zimanê dayikê li dayikên me û li hemû xelkê Kurdistanê pîroz be.

Bila Em hemû, zimanê Kurdî bi ( hemû zaraveyên xwe ) ve û zimanên din yên Kurdistanî biparêzîn û rojane wek zimanê sereke pê biaxivîn.

Hewldanên xwe pirtir û bihêztir bikin, bi zimanê xwe yê dayikê di perwerde û proseya xwendinê bi awayekî serdemane bixebitin û nivşên bên perwerde bikin."

(xb)