کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Çarşem, Rêşemî 1, 2023
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

KNK: Pêwîste CPT û Konseya Ewropa demildest bi erka xwe rabin

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
30/11/2022 - 9:35:57 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
KNK: Pêwîste CPT û Konseya Ewropa demildest bi erka xwe rabin
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

KNK’ê li ser tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyek da û got: “Divê CPT û Konseya Ewropayê demildest bi erka xwe rabibin û xelkê Kurdistanê û cîhanê agahdar bikin.“

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî daxuyaniya Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya têkildarî Îmraliyê, daxuyaniyek nivîskî da û got ku bi qasê dewleta Tirk, CPT û Konseya Ewropayê jî ji rewşa Îmraliyê berpirsyar in.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî daxuyaniya Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya têkildarî Îmraliyê, daxuyaniyeke nivîskî da û got ku bi qasî dewleta Tirk, CPT û Konseya Ewropayê jî ji rewşa Îmraliyê berpirsyar in.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Zêdeyî 20 mehan e ku haya me ji birêz Abdullah Ocalan nîn e. Birêz Ocalan ev 24 sal in di bin tecrîdeke giran de li girava Îmraliyê tê ragirtin. Herî dawî 25’ê Adara sala 2021’ê bi qasî 5 deqeyan bi telefonê bi birayê xwe re axivî. Piştî wê axaftinê ne malbatê, ne parêzerên wî û ne jî kesek din, ew nedîtiye û pê re neaxiviye. Li gel hemû serlêdanên malbatê û parêzeran, dewletê nehiştiye ku kesek biçe wî bibîne. Heman tecrîda girankirî li ser sê girtiyên din birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konar û birêz Veysî Aktaş jî, bi heman awayî li Îmraliyê tên ragirtin.

Meha Îlonê ya çûyî, nûnerên CPT’yê çûn girava Îmraliyê. Heta niha li ser rewşa birêz Ocalan û girtiyên din, tu agahî nedane. Li gorî daxuyaniya parêzerên birêz Ocalan, dema CPT çûye Îmraliyê, Birêz Ocalan derneketiye hevdîtinê. Ev rewşeke nû ye û cihê dilgiranî û metirsiyê ye. Em daxuyaniya parêzeran bi cidî dibînin û em ê şopdarê vê rewşê bin.

Dewleta Tirk, bi her awayî ji vê rewşê berpirsyar e. Her çi hebe, çi dibe bila bibe, dewleta Tirk berpirsyar e û ji sala 1999’an ve bi destên rayedarên Tirk bêedaletiyeke mezin li Îmraliyê tê kirin. Bi qasî dewleta Tirk, CPT û Konseya Ewropayê jî ji vê rewşê berpirs in.

CPT saziyek a Konseya Ewropayê ye. Divê CPT û Konseya Ewropayê demildest bi erka xwe rabin û xelkê Kurdistanê û cîhanê agahdar bikin û bi lez û li ser rewşa birêz Ocalan û girtiyên din bisekinin.

Lewma em bang li CPT’yê û Konseya Ewropayê dikin ku dengê xwe bikin û li ser vê rewşê demildest agahiyekê bidin.

Em bang li hemû kurdistanî û dostên wan dikin ku xwedî li birêz Ocalan û girtiyên din derkevin û Kampanyaya Azadiyê ya birêz Ocalan bi awayekê xurttir bi rê ve bibin.”

 

 

Nûçeya berê

DAIŞ’ê kuştina serçeteyê xwe ragihand

Nûçeya pişt re

ROJEVA 01.12.2022

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Partiyên Kurdistanî li Kerkûkê civiyan

Partiyên Kurdistanî li Kerkûkê civiyan

Rêbendan 31, 2023
Çalakiyên zayendî li sinorê parêzgeha Silêmaniyê hatin qedexekirin

Çalakiyên zayendî li sinorê parêzgeha Silêmaniyê hatin qedexekirin

Rêbendan 31, 2023

Komeleya Qurbaniyên Helebce: Divê parlemento yasaya taybet bi qurbaniyên kîmyabaranê erê bike

Ji Wargeha Bêrsivê 231 koçber vegeriyan Şengalê

Şehîd Aram li ser gora xwe hate bibîranîn

PDK û YNK carek din dicivin

Nûçeya pişt re
ROJEVA 10.03.2022

ROJEVA 01.12.2022

Yên Li Pêş

Dijwar Feqîr û Meclîsa Gel a Xanesorê ne bi balafirên bêmirov, bi mayînan têne hedefgirtin

Dijwar Feqîr û Meclîsa Gel a Xanesorê ne bi balafirên bêmirov, bi mayînan têne hedefgirtin

Rêbendan 31, 2023

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS Maseya MÎT’ê ya Şengalê û Parastinê, Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Dijwar Feqîr û teqandina Meclîsa Gel a...

Peyama Şehîd Viyan Caf a ji bo jinên êşkişandî yên Kurd

Peyama Şehîd Viyan Caf a ji bo jinên êşkişandî yên Kurd

Rêbendan 31, 2023

Şehîd Viyan Caf ku digot, min bersiva hemû pirsên xwe di PKK’ê de dît, berê niha 17 salan, li dijî...

Ji Wargeha Bêrsivê 231 koçber vegeriyan Şengalê

Ji Wargeha Bêrsivê 231 koçber vegeriyan Şengalê

Rêbendan 31, 2023

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku ji Wargeha Bêrsivê 1 a li Zaxoyê 231 koçber vegeriyan Şengalê. Wezîra...

KODAR: Raperîna gelê Beluç mafek demokratîke

KODAR’ê ji bo mexdûrên erdheja Xoyê banga alîkariyê kir

Rêbendan 31, 2023

KODAR'ê ji bo alîkariya bi mexdûrê erdhejê bang kir û diyar kir ku alîkariya bi xelkê me yê Xoyê ku...

Çima destura Herêmê nehatiye nivîsandin û kî nahêle destur were nivîsandin?

Çima destura Herêmê nehatiye nivîsandin û kî nahêle destur were nivîsandin?

Rêbendan 31, 2023

Piştî rûxandina rejima Baas di sala 2003’an de destura nû ya Iraqê hat nivîsandin. Yek ji madeyên wê destûrê di...

Girtiyên jin banga rawestandina cezayê darvekirinê kirin

Girtiyên jin banga rawestandina cezayê darvekirinê kirin

Rêbendan 31, 2023

7 jinên girtiyên siyasî yên li Îranê girtîne, dijberiya xwe ya li dijî cezayê darvekirinê anîn ziman û xwestin ku...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist