KODAR: Têkoşîna xwepêşenderan zindîkirina jiyana azad û demokratîk e

Têkildarî xwepêşandanên li tevahiya Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirine, Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR)’ê diyar kir têkoşîna xwepêşanderan zindîkirina jiyana azad û demokratîk e û piştgiriya xwe ya bi xwepêşandanan re ragihand.


Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR)’ê têkildarî xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û piştgiriya xwe ya bi xwepêşandanan re ragihand.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin destpêkirina xwepêşandanên rewa û serbixwe ya gelan li tevahiya Îran û Rojhilatê Kurdistanê, weke pal zincîreya serhildanên li Rojhilata Navîn, çar parçeyên Kurdistanê, Iraq û Lubnanê mizgîniya gihiştina bihara gelan a piştî zivistaneke dijwar hatiye.

Hat bibîrxistin ku xwepêşandanên li hemberî nerazîbûna ji ber zêdekirina nirxê benzînê pêş ketin exlaqî ye û wiha hat gotin, “Ji ber rejîm avakerê hejariya gel e, civaka gelê Îranê di van çend rojan de bi dayîna bi dehan şehîdan daxwaza guhertina bingeha heykelê welat dikin”

KODAR’ê ku piştevaniya xwe ya bi xwepêşandanan re ragihand, diyar kir rejîm û hêzên dewletê bi tundiyeke bêsînor êrîşî xwepêşanderan dikin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku xwepêşandan demokratîk in û lewma bi serweriya gel didomin.

Di dewamê de ev xisûs hatin diyarkirin: “Pêwîst e ‘Komîteyên Rêxistina gel’ li hemû bajaran bên avakirin. Daxwazên gel bi biryarên durist ragihînin û rê li ber cahş û nûçeyên derew ên rejîmê bigirin. Bêguman di vê rêyê de KODAR daxwaza gel dişopîne. Ji bo gihiştina encaman jî divê xwepêşandan bi ciwan, jinan û bindestan re rojane berdewam bin. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku dakevin kolanan. Ev serhildan bi giranî li ser milên ciwan û jinan e. Ev serhildan demokratîk e. Li tevahiya Îran û Rojhilatê Kurdistanê hêviya guhertineke azadiyê ye. Weke KODAR em piştevaniya xwe ya bi vê serhildanê re mîna wezîfeyeke mirovî dizanin. Damezrandina hikûmeteke demokratîk û bi îstikrar mafê rewa yê hemû gelên Îranê ye. Bêguman her tevgereke gel bi ser dikeve.”

(yş)