Kolberek din hate kuştin

image_print

Yekşem, 17 Feb 2019 – 14:19  NAVENDA NÛÇEYAN

Kolberek din hate kuştin

Li ser sînorê di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve kolberek hate kuştin. Li Pîranşarê jî yek birîndar bû.


Li gorî nûçeya Kolbernews’ê şevê din li ser sînorê di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de, li herêma Hengejale ya Bane hêzên Îranê komek kolber gulebaran kir. Di encamê de kolberê bi navê Bextiyar Hesen jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan Bextiyar Hesen bavê du zarokên bi navê Îlya û Alan e û xelkê gundê Bilesenî ya Baneyê ye.

Herwiha roja Şemiyê li herêma Pîranşarê di encama gulebaran hêzên Îranê de kolberê bi navê Osman Mam Hesen birîndar bû. Piştî ku birîndar dibe, xelkê rakirin nexweşxaneya Urmiyeyê.

(ab)

 

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist