Kolberek ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin

Li herêma bajarê Pîranşar yê Rojhilatê Kurdistanê kolberek ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îranê ve hat kuştin.


Li gorî nûçeya Kolbernewsê, duh bi şev li sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, li herêma bajarê Pîranşar a ser bi parêzgeha Urmiyeyê, li nêzî xala leşkerî ya Mîlan hêzên rejîma îranê êrîşê komek kolber kirine.

Li gorî heman çavkaniyê di êrîşê de kolberê bi navê İdris Weysî ê xelkê gundê Gird Şeytan a ser bi Pîranşarê hatiye kuştin.

(nr)