Koma 8'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewir girt

 Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û dorvger ya Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan de, di roja 15'emîn de koma 8'emîn dewir girt. Çalakgeran eşkere kirin ku heta ku tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidome, wê çalakiya wan ji bidome.


Nûnertiya HDP’ê li Hewlêrê bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakiya Hevseroka KCD’ê û parlementera Colemêrgê Leyla Guven ev 15 rojin greva birçîbûnê daye destpê kirin. Di heman demê de Endamê Nûnertiya HDP'ê Nasir Yagir jî greva xwe ya bê dem û dorveger berdewam dike. Di roja 15'emîn de koma 8'emîn greva birçîbûnê dewir girt. Herwiha rojane nûnerên partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriyê serdana çalakgeran dikin.

Hevserokê Nûnertiya HDP'ê ya Herêma Kurdistanê Abid Îke di dema dewirgirtina koma 8'emîn de axivî û got; "Heta ku tecrîdkirina Rêber Apo bidome û parlamenterên HDP'e di girtîgehan de bin wê çalakiya greva birçîbûnê ya me jî berdewam bike."

Îke ji partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê xwest ku tenê piştgirîkirina wan ne di çarçoveya serdanan de be û wiha domand; "Pêwîste ew an jî li gel me dest bi greva birçîbûnê bikin. Ji ber ku îro li Bakurê Kurdistanê dijberiya Kurdan tê kirin, wê sibe li Başûrê Kurdistanê û parçeyên din jî dijberiya Kurdan were kirin."

(ab)