Komeleya Îslamî: Guftugoyên niha yên bi Iraqê re li ser asta hizbî û kesî ne

Li bajarê Hewlêr Desteya Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê serdana Komeleya Îslamî kir. Seroka parlamentoyê got ku wana di civînê de behsa nivîsîna destûra Herêma Kurdistan, peywendiyên Iraq û herêmê kirine. Herwiha Komeleya îslamî jî got ku niha peywendiyên bi Iraqê re zêdetirî xwe di asta hizbatî û kesî de tên rêve birin.


Desteya Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê serdana ofîsa emîrê Komeleya Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr a li bajarê Hewlêrê kir. Deste ji aliyê Elî Bapîr û endamên komeleyê ve hat pêşwazî kirin.

Her dû alî bi hevre civiyan. Piştî civînê seroka parlamentoya Herêma Kurdistanê Rêwas Fayeq bi daxuyaniyek çapemeniyê armanca serdana Komeleya Îslamî ragihand. Rêwas got ku wana behsa destpêkirina nivîsîna destûra Herêma Kurdistan, peywendiyên Herêm-Iraq û pêvajoya reforman kiriye.

Herwiha endamê rêveberiya Komeleya Îslamî Ebdulstar Mecîd jî di daxuyaniyê de axivî. Mecîd jî destnîşan kir ku wana di civînê de behsa rewşa Kerkûk û amadekariyên hilbijartina Meclîsên parêzgehan kirine.

Mecîd di dewamê de got ku ji bo Kurd hebûna xwe di hilbijartinê de bi hêz bikin, pêwîstiya Kerkûk bi piştgiriyek zêdetir heye. Mecîd balkêşa ser destûrê jî û got; “Destûr girînge, lê ger nêrîna hemû aliyan bigre nava xwe de. Nabe ev destûr berevajiyê madeyên destûra Iraqê be. Guftugoyên niha yên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de, li ser asta hizbatî û kesî ne. Fraksiyona Komele projeyasa amade krine û wê pêşkêşî serokatiya parlamentoyê bike. Ev jî ji bo ku desteya danûstandinê bi hikumeta navendî re were çêkirin.”

Mecîd herî dawî balkêşa ser armanca çêkirina desteyê jî û got; “Guftugo li ser binçîneyên hizbî nebe û deste nûnertiya Hikumeta Herêmê bike. Divê berpirsyartî jî bikeve ser milê hemû aliyan.”

(nr)