Komeleya Îslamî: Ji bo referandum yasayî be pêwîstî bi parlamentoyê heye

image_print

Sêşem, 18 Avrêl 2017 – 10:58 

Komeleya Îslamî: Ji bo referandum yasayî be pêwîstî bi parlamentoyê heye

Serokê Koma Komeleya Îslamiya Kurdistanê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Merwan Gelalî got ku pêkhatina referandumê pêwîstî bi aktîfkirina parlamentoyê heye ji bo yasayî be û got; “Qala referandumê kirin ecelekirin tê de heye. Ev jî binketina siyaseta aliyane.”


DANA OMER/ ROJNEWS

Mijara pêkanîna referandumê û bangawaziya ji bo wê ji aliyê parlamenterên PDK’ê ve didome û daxuyaniyên PDK’ê yên ji bo referandumê pêwîstî bi parlamentoyê nîne jî rastî bertekên alî û kesayetên Herêma Kurdistanê tê. Der barê mijarê de Serokê Koma Komeleya Îslamiya Kurdistanê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Merwan Gelalî ji ajansa me re axivî, bal kişande ser pêwîstiya bi aktîfkirina parlamentoyê.

Merwan Gelalî got; “Li gor yasayên li berdest hene, ji bo referandumê pêwîstî bi yasayek nû heye ku li parlamentoyê bê derxistin. Ji ber ku cara yekeme em qala referandumê dikin. Ji bo vê jî pêwîstî bi aktîfkirina parlamentoyê heye.”

‘Qala referandumê bê aktîfkirina parlamentoyê dem windakirine’

Merwan Gelalî got; “Qala referandumê bê aktîfkirina parlamentoyê kirin, tenê windakirina deme. Lîstokek ji bo mijara paşxistina parlamentoyê ji bîra xelkê bê birin. Li gor min qala referandumê kirin, ecelekirin têde heye. Binketina siyaseta aliyane. Aliyan nekariye bibin cihê baweriyê ji bo xelkê. Nekarîne ji sedî 4 jî dengê erê jê re bînin. Ji bo wê dixwazin bi vî awayî van hemûyan ji bîra xelkê bibin.”

Der barê pirsa gelo wê hilbijartinên Herêma Kurdistanê di dema xwe de bên kirin? Merwan Gelalî got; “Li gor min ger ew herdû hizbên desthilat bizanin wê kursiyên wan kêm bibin, wê hilbijartinê çênekin.”

(rn)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Nûçeyê binirxînin.

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist