کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Sêşem, Pûşper 28, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Komeleya Karkerên Mezopotamya ji bo parastina welatiyên Bakur ên li Başûr bang kir

  ROJNEWS- SILÊMANÎ
18/05/2022 - 3:45:41 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Serokê Komeleya Karkerên Mezopotamya Muslîm Kaplan bang li Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) kir ku pêşiya êrişên li wer welatiyên Bakurê Kurdistanê bigire û got: “Eger êriş berdewam bikin mafê wan e xwe biparêzin. Her roj gef li ser hevalên me hene.”

Li Kolana Bextiyarî ya Silêmaniyê welatiyê Bakurê Kurdistanê yê xwediyê Xwaringeha Deniz, Mihemed Zekî Çelebî şeva borî  li ber xwargeha xwe ji aliyê du kesên li ser matorbiskilêtê ve hate gulebarankirin û giran birîndar bû.

Serokê Komeleya Karkerên Mezopotamya Muslîm Kaplan li ser Nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê têkildarî êrişa li ser Mihemed Zekî Çelebî daxuyanî da. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.

‘Êriş terorîstîne’

Serokê Komeleya Karkerên Mezopotamya Muslîm Kaplan got: “Bi taybet em bang li YNK’ê dikin. Em weke xelkê Bakur, endamên HDP’ê, weke kesên sivîl li bajarê Silêmaniyê dijîn, lê êrişên li ser me tên kirin, li hemberî hevalên me tên kirin, ne êrişên yekem û duyemînin, ev cara sêyemîne li hemberî hevalên me êriş têne kirin. Ev êrişên terorîstî ne. Em bang dikin ku pêşî li van êrişan bigirin. Eger pêşî li êrişan neyê girtin weke însan mafê me yê xwe parastinê heye. Em neçarin mafê xwe yê parastinê bikar bînin. Eger em xwe neparêzin wê terorîst me qetil bikin.”

Banga ji bo YNK’ê

Kaplan ev bang li YNK’ê kir: “Em bang li YNK’ê dikin ku mêvanên xwe biparêze. Kesên ji Bakur ji ber zilma Tirkan hatîne vir biparêze. Di çanda Kurdan de jî heye, divê mirov mêvanê xwe biparêze. Em vê helwestê napejirînin. Ev cara sêyemîne li dijî hevalên me êriş pêk tên, lê helwestek tund nîşan nedane. Bi fermî helwestek nehatiye nîşandan.

Divê em xwedî helwestin. Kesên êrişî me dikin, ne tenê êrişî me dikin, êrişî qanûnên YNK’ê dikin. Êrişî qanûnên Herêma Kurdistanê dikin. Rêzdariya me ji qanûnên Herêma Kurdistanê re hene, em naxwazin derkevîn ji derveyî qanûnên Herêma Kurdistanê.”

‘Xeteriya li ser Çelebî didome’

Kaplan êrişa şeva borî bi bîr xist û wiha pêde çû: “Şevê din li dijî hevalê me Mihemed Çelebî êrişî terorîstî pêk hat. Heta niha jî êrişkar nediyarin. Kîne nayên zanîn. Em bang dikin ku bi lez ev terorîstane derkevin pêşberî dadgehê û bên dadgehkirin. Bi van êrişan dixwazin di nava me Kurdan de xerab bikin. Hîn xetere li ser jiyana Mihemed Çelebî heye. Heta niha du caran emeliyat bûye.

Em ê li hemberî êrişan li ber xwe bidin. Em fedayê welatê xwe ne û em ê berdêlan bidin. Me çek li djiî ti kesan bi kar neaniye. Lê îro li hemberî sivalan çekan bikar tînin. Em dubare bang l asayîşa Silêmaniyê û YNK’ê dikin ku pêşiya van êrişan bigirin û xwedî li erka xwe derkevin.  Hevalên me yên li vir jiyan dikin bi dehan caran îstixbareta Tirkiyeyê li wan geriyaye û ji wan xwestine bibin sîxûrên wan. Bi êrişkirina li ser malbatên wan gef li wan xwarine ku bibin sîxûrên wan. Her roj gef li ser hevalên me hene.”

Serokê Komeleya Karkerên Mezopotamya Muslîm Kaplan destnîaşn kir ku li Dihokê jî welatiyek Bakurê Kurdistanê rastî êrişê hatiye.

Serokê Komeleya Karkerên Mezopotamya Muslîm Kaplan diyar kir ku li gorî wan êriş ji aliyê îstixbareta Tirkiyeyê ve pêk hatiye.

(ab)

 

 

Nûçeya berê

HPG: 14 leşkerên Tirk hatin cezakirin û 3 dron jî hatin xistin

Nûçeya pişt re

Êrişên MÎT’a Tirk ên li ser welatparêzên Kurd dewam dikin, hikumet jî bêdenge!

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nêçîrvan û Bafil li gel fermandarê koalîsyonê civiyan

Nêçîrvan û Bafil li gel fermandarê koalîsyonê civiyan

Pûşper 28, 2022
HPG: 17 dagirker hatin cezakirin, 2 kon hatin îmhakirin

HPG: Li Avaşîn, Zap û rojavayê Ava Zê 34 dagirker hatin cezakirin-Hate Nûkirin

Pûşper 28, 2022

Dewleta Tirk jîngeha Kurdistanê qir dike: Desthilata Başûr çav jêre digire!

34 partiyên Bakur û Rojhilatê Sûrî: Ji bo rê li ber êrişan bê girtin, divê qada hewayî were girtin

Li Hewlêrê serokê Koleja Yasa û mamostayek hatin kuştin-Nû Bû

Li Şengalê dest bi vekirina 6 gorên din ên komî hate kirin

Nûçeya pişt re
Êrişên MÎT’a Tirk ên li ser welatparêzên Kurd dewam dikin, hikumet jî bêdenge!

Êrişên MÎT'a Tirk ên li ser welatparêzên Kurd dewam dikin, hikumet jî bêdenge!

Yên Li Pêş

Şehîd Diyar Xerîb bi merasîmek girseyî hat bîranîn-HAT NÛKIRIN

Şehîd Diyar Xerîb bi merasîmek girseyî hat bîranîn-HAT NÛKIRIN

Pûşper 27, 2022

Li Silêmaniyê bi dirûşma “Bi ruhê şoreşgerî yê Heval Helmet, dagirker û xiyanetkaran têk bibin” merasîma sêyemîn salvegera şehadeta Endamê...

‘Kelûpelên ku Amerîka ji Rojava re dişîne, PDK di dize’

‘Kelûpelên ku Amerîka ji Rojava re dişîne, PDK di dize’

Pûşper 27, 2022

Hat gotin, hin kelûpelên ku Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê re dişîne, ji aliyê PDK’ê ve tên dizîn. Ji ber vê...

Li Şengalê dest bi vekirina 6 gorên din ên komî hate kirin

Li Şengalê dest bi vekirina 6 gorên din ên komî hate kirin

Pûşper 28, 2022

Li gundê Qinê ya başûrê rojhilatê Şengalê dest bi vekirina 6 gorên komî hate kirin. Li gorî şahidên komkujiyê dibêjin,...

Jinên Ciwan yên Êzidî wê yekemîn kongreya xwe lidarbixin

Jinên Ciwan yên Êzidî wê yekemîn kongreya xwe lidarbixin

Pûşper 28, 2022

Berdevka Ciwanên Êzidî Sara Botan diyarkir ku ewê di roja şehadeta Şehîd Zîlan de yekemîn kongreya xwe lidarbixin. Botan bang...

Li Hewlêrê serokê Koleja Yasa û mamostayek hatin kuştin-Nû Bû

Li Hewlêrê serokê Koleja Yasa û mamostayek hatin kuştin-Nû Bû

Pûşper 28, 2022

Xwendevanek danê siharê êrişî serokê Koleja Yasa ê zanîngeha Selahedînê kir. Di encama êrişê de serokê kolejê û mamostayek hatin...

Bi keda xwe pêwîstiyên jiyanê dihilberînin

Bi keda xwe pêwîstiyên jiyanê dihilberînin

Pûşper 28, 2022

JIYAN PÎRAN / MEXMÛR Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ev çend salin ji bo pêşwazîkirina nan firneyek ...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist