کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Yekşem, Tirmeh 3, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê: Welat neterikînin; ji bo edalet û azadiyê têbikoşin

  Roj News
12/11/2021 - 2:26:11 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê: Welat neterikînin; ji bo edalet û azadiyê têbikoşin
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê bang li şêniyên Başûrê Kurdistanê kir ku ji warê xwe koç nekin, li şûna vê yekê, hêza xwe ji bo têkoşîna azadî, demokrasî û edaletê bi kar bînin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê têkildarê trajediya koçberên Başûrê Kurdistanê ya li daristanên ser sînorê Belarûs û Polonyayê daxuyaniyek da û ragihand ku ev trajedî çavkaniya xwe ji desthilatiya 30 salî ya Başûrê Kurdistanê û ji siyasetên dewletên dagirker bi taybetî dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistanê digire.

Komîte diyar dike ku li gorî bîlançoyan di nava salekê de zêdetirê 30 hezar Kurd ji Başûrê Kurdistanê koçberî welatên derve bûne û ragihand, “Ev nîşaneyeke metirsîdare ku wê bandorê li ser çarenûs û pêşeroja neteweya me dike.”

Di daxuyaniya komîteyê de sedemên koçkirina Kurdan ji Başûrê Kurdistanê bi du xalên bingehîn ve hatiye vegotin ku wiha ne: “Yekem, gelê me li Başûrê Kurdistanê bi navê azadî, demokrasî, wekhevî, edalet û welatparêziyê têkoşîneke mezin birêve biriye ku bi Raperîna bi heybet ya sala 1991’an ve gihîştiye lûtkeyê û statuyeke siyasî ji bo vê beşa welat derxistiye holê. Lê piştî salan ji ber nebûna azadî, demokrasî, wekhevî, edalet, azadiya fikir û raman û her wiha derketina hêmanên weke gendelî, bêkarî, rewşa xirab a aborî û di encamê de bê hêvîbûna li hemberî sererastkirinê kir ku pêlekî metirsîdar a koçkirina ciwan, pîr, jin û zarokan destpê bike.

Duyem, dewletên dagirker ên li ser Kurdistanê bi taybetî dewleta Tirk ji aliyekî ve bi hevkariya hêzên kirêgirtî xaka Başûrê Kurdistanê dagir dikin û komên tundrew ên cîhadî li wir bi cih dikin. Ji aliyê din ve jî bi rêya komên mafya, qaçaxçî û sîxurtiyê ji bo koçberkirina gelê me ji bo derveyî welat rê xweş dikin û bi taybetî di vê mijarê de giraniyê didin ciwanan. Bi vê şêweyê dixwazin bi dagirkerî û bi koçberkirinê re demografyaya Başûrê Kurdistanê biguherînin, ji nasnameya Kurdî paqij bikin û weguherînin herêmekî yê ji bo belavkirina nasyonalîzma faşsîtî ya Tirk û bîrdoziya tundrew ya cîhadî. Ev yek pêleke bi plan û programkirî ye û bi armanca şerê taybet ê ji bo valakirina Kurdistanê û guhertina demografiyaya welatê me ye.”

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê işaret bi axaftinên berdevkê PDK’ê Sefîn Dizeyî dike û dibêje: “Cihê matmayînê ev e ku Berdevkê PDK’ê Birêz Sefîn Dizeyî li şûna ku wan rastiyane bibîne, ji bo nixumandina tawan û şermezariyên desthilata PDK’ê devdirêjiyê li Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê dike.”

Komîteyê di dewamê de hevxembûyîna xwe ya bi trajediya koçberên Kurd ên li ser sînorên Belarûs û Polonyayê anî ziman û ev bang kir, “Bang li gelê me û bi taybetî ciwana dikin ku welatê xwe neterikînin û hêza xwe ji bo têkoşîna azadî, demokrasî û edaletê bikar bînin.

Her wiha bang li hêzên neteweyî dikin ku bi têgihîştina vê rastiyê ku ev koçkirine encamê siyaseta wan e, rê û rêbazên pêwîst ji bo parastin û bi hewarçûyîna koçberên Kurd pêk bînin.”

Komîteyê bang li desthilatdarên PDK’ê jî kir û ragihand: “Bang li desthilatdarên PDK’ê jî dikin ku vê rewşê baş bixwînin û li şûna ku sûcê biavêjin ser milê wê û vê, xwe berpirsiyarê sereke yê derketina rewşa koçberiya gelê me bizanin û di vê çarçoveyê de gavên pêwîst biavêjin. Pêwîste azadî, asayîş û derfetên kat û jiyana bi rûmet ji bo hemû welatiyan bên dabînkirin û bingehê koçkirin û koçberbûnê ji holê were rakirin.”

Nûçeya berê

Dîmenê çalakiyek gerîla ya dijî leşkerên Tirk hate weşandin

Nûçeya pişt re

Şandeya KNK’ê ji bo penaberan bi rê ket

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

PJAK: Çarenûsa Kurdistanê bi serketina gerîla û yekîtiya gel ve girêdaye

PJAK: Çarenûsa Kurdistanê bi serketina gerîla û yekîtiya gel ve girêdaye

Tirmeh 3, 2022
Ji Bazên Zagrosê çalakiya bi bandor: 13 leşker hatin kuştin

HPG: Di çalakiyên gerîla de 23 dagirker hatin cezakirin

Tirmeh 3, 2022

Balafirên şer gundek Amêdiyê bombebaran kir

Dîmenê çalakiya li dijî baregeha Sîrê hate weşandin

Li Kerkûkê 77 çete û sucdar hatin girtin

Li Silêmaniyê teqîn: 2 kes birîndar bûn

Nûçeya pişt re
Şandeya KNK’ê ji bo penaberan bi rê ket

Şandeya KNK’ê ji bo penaberan bi rê ket

Yên Li Pêş

Kakabaveh: Tirkiye bi çekên Ewropa û NATO’yê gelê Kurd qetil dike

Kakabaveh: Tirkiye bi çekên Ewropa û NATO’yê gelê Kurd qetil dike

Tirmeh 3, 2022

Parlamentera Kurd a serbixwe ya Swêdê, Amîneh Kakabaveh diyar kir ku çek dayîna Tirkiyeyê li dijî mirovahiyê ye û got:...

Gerîlayan li Baregeha Sîrê ya Şêladizê xistin

Gerîlayan li Baregeha Sîrê ya Şêladizê xistin

Tirmeh 2, 2022

Gerîlayan bi çekên giran li baregeha artêşa Tirk a Sîrê ya li Şêladizê xistin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî...

Leşkerek Tirk li Mêrgesor xeniqî

Leşkerek Tirk li Mêrgesor xeniqî

Tirmeh 2, 2022

Leşkerek Tirk ê dagirker di robarê Hezîr ê ser bi bajaroka Mêrgesor a girêdayî Hewlêrê de xeniqî. Li gorî zanyariyên...

QSD: Fermandar Mizgîn Kobanê şehîd bû

QSD: Fermandar Mizgîn Kobanê şehîd bû

Tirmeh 3, 2022

QSD’ê ragihand ku di 2’yê Tîrmehê de di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya...

Li dijî bikaranîna çekên kîmyawî banga helwestê ji civaka navneteweyî kirin

Li dijî bikaranîna çekên kîmyawî banga helwestê ji civaka navneteweyî kirin

Tirmeh 3, 2022

Akatîvîstên Hewlêrê daxwaz kirin ku li dijî bikaranîna van çekan civaka navneteweyî, Emerîka û Ewropa helwestek tûnd nîşan bidin û...

Li Silêmaniyê teqîn: 2 kes birîndar bûn

Li Silêmaniyê teqîn: 2 kes birîndar bûn

Tirmeh 3, 2022

Li Silêmaniyê ji ber sîstema boriya gazê di kafiteryayekê de teqîn çêbû. Di encamê de 2 karmendên kafiteryayê birîndar bûn....

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist