Komploya navnetewî li Binarê Qendîlê hate şermezar kirin

Meclîsa Gel a Qendîlê 21. Salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kirin heya azadiya Ocalan wê têkoşîna xwe bidomînin.


21. salvegera Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê, li gundê Bokrîska ji aliyê Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kir.

Hevseroka Şaredariya Binarê Qendîlê Gulale Osman daxuyaniyê xwend û got, “Sîstema sarmayedar û berjwendperest ji bo bigihije armanca xwe, her cûre rê û rêbaz li dijî gelên bindest û bê statû bikartîne.”

Gulale komployê şermezar kir û wiha pêde çû, “Emê weke gelê Binarê Qendîlê, ji bo azadiyê Rêber Ocalan bixetin û têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li hemû aliyên siyasî dikin ku li djî dijminan hevbigirin û yekîtiya netewî pêk bînin.”

Daxuyanî bi dirûşmên, “Bijî Berxwedana Îmralî, Bijî têkoşîna Rêber Apo, bimre komploya navnetewî, faşîst Erdogan û bijî berxwedana Qendîlê” bi dawî hat.

(bz)