کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Yekşem, Gulan 22, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Kongre Gel salvegera 43’an a PKK’ê pîroz kir

  Roj News
23/11/2021 - 3:50:55 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
Kongre Gel salvegera 43’an a PKK’ê pîroz kir
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

KONGRA GEL destnîşan kir ku di encama têkoşîna tevgera azadiyê de rejîma faşîst a dewleta Tirk li ber têkçûnê ye û bi vê têkçûnê re wê li Rojhilata Navîn mîlada demokrasiya gelan dest pê bike. KONGRA GEL li ser vî esasî salvegera 43’an a PKK’ê pîroz kir.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL bi wesîleya salvegera 43’an a damezrandina PKK’ê daxuyaniye da.

Peyama KONGRA GEL wiha ye:

“Salvegera 43’emîn a PKK’ê, di serî de li Rêber Apo, hevalên li çiyê, li zindanan û yên li her deverê li ber xwe didin, gelên Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya pêşketî pîroz be. Dîsa bi taybetî li jinên Kurdistanê û yên cîhanê pîroz be. Li hemû gaziyên Şoreşa PKK’ê û malbatên şehîdan pîroz be. Bi wesîleya salvegera 43’emîn em di şexsê şehîdên Metîna, Zap û Avaşîn de hemû şehîdên PKK’ê bi rêzdarî bi bîr tînin û ji bo pêkanîna armancên wan soz didin.

‘PKK BI DAMEZRANDINA XWE BÛ MIZGÎNIYA AZADIYÊ’

Dîroka PKK’ê, jiyan û têkoşîna Rêber Apo ye. Têkoşîna Rêber Apo û ya PKK’ê ji destpêkê heta roja îro li hemberî dagirkeriyê, li hemberî hêzên emperyalist ên ku Kurdistan perçe kirine û li hemberî Kurdên xayîn (cehş), bi serketî dewam dike. Ji ber vê yekê ye, dewleta dagirker û faşist di vê sala derbasbuyî jî li Îmraliyê tecrîdeke pir giran li ser Rêber Apo meşand. Wek Tevger û gel, der barê rewşa Rêber Apo û sê hevalên din de hîç agahiyek nîne.

PKK bi damezrandina xwe bû mizginiya azadiya gelên Kurdistanê. PKK bû mizginiya azadiya jinan. PKK di têkoşîna xwe ya sala 43’emîn de jî li hemberî hêzên komploger, dewleta Tirk û Kurdên xayîn têkoşîneke bê emsal meşand.

‘GERÎLA STRATEJIYA DEWLETA TIRK A ŞERÊ TEKNÎKÊ PÛÇ KIR’

Em dikarin bêjin ku gerîla bi guhertina şêwazê şerê xwe, stratejiya dewleta Tirk ya şerê teknîk pûç kir. Li Metîna, Zap û Avaşîn bi alîkariya PDK’ê ev heft meh e çeteyên artêşa Tirk nikarin li ber gerîla gavekî pêş ve biçin. Berxwedana gerîlla li Garê mezin bû, li Metîna, Zap û Avaşîn gihîşt lutkeya herî jor. Artêşa Tirk ji ber neçariya xwe li hemberî gerîla çekên kimyasal ên qedexekirî kar tîne, lê belê dîsa jî dijmin nikare encam bigre.

‘REJÎMA FAŞÎST BER BI TÊKÇÛNÊ VE DIÇE’

Bi pûçkirina konsepta şerê teknîk, di nav pergala faşîst a dewleta Tirk de krîz her diçe kûr dibe. Aborî têk çuye, bi kûrbûna krîza siyasî û civakî jî ev pêvajo ber bi têk çûna rejîma faşist a sed salî ve diçe.

Paradîgmaya Rêber Apo ya ku li ser bingeha azadiya jinê, civaka demokratîk û ekolojîk, di nav gelên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê de belav dibe. Di vê pêvajoyê de bi têkçûna faşîzma dewleta Tirk, di nav gelên Tirkiyê de daxwaziya aştî û çareseriyê pêş dikeve. Rejîma faşîst bi êrişên nû her çiqas dixwaze desthilata xwe dirêj bike jî lê belê têk çûna wî yê zûtir bibe.

‘LI ROJHILATA NAVÎN WÊ MÎLADA DEMOKRASIYA GELAN DEST PÊ BIKE’

Bi têk çûna rejîma faşist a dewleta Tirk û bi çareseriya pirsgirêka Kurd, li Rojhilata Navîn wê mîlada demokrasiya gelan destpê bike. Bi ‘Paradigmaya Azadiyê’ çareseriyên pirsgirêkên neteweyî û civakî, wê ji bo hemû cîhanê jî bibe mîladeke nû.

Ji ber vê jî têkoşîna PKK’ê ya sala 44’emîn ji bo gelên Kurdistanê û dostên gelê me gelekî girîng e. Bi têkoşîna îsal em ê deriyê Îmraliyê vekin. Bi bilindkirina pêngava dema azadiyê û kampanya dijî lîsteya terorê û teşhîrkirina şerê kîmyasal a dagirkeriya dewleta Tirk, di têkoşîna me ya sala 44’emîn de xabata bingehîn ya hemû qadan e.

Li ser vî esasî em cejna partiya xwe car din pîroz dikin û di têkoşîna sala 44’emîn de ji bo gel û dostên xwe serkeftinê dixwazin.”

Nûçeya berê

Komek din a ciwanan tevli nava refên gerîla bûn

Nûçeya pişt re

Sendîkaya Rojnamevanan têkildarî êrîşên li ser rojnamevanan daxuyanî da

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Tevgera Azadî: Bêdengiya hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê şermezariyek mezin e

Tevgera Azadî: Bêdengiya hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê şermezariyek mezin e

Gulan 22, 2022
Sibe Çelebî bi merasîmeke girseyî berbi Bakurê Kurdistanê ve tê oxirkirin

Sibe Çelebî bi merasîmeke girseyî berbi Bakurê Kurdistanê ve tê oxirkirin

Gulan 22, 2022

Bazên Zagrosê 15 dagirkerên din cezakirin-NÛ BÛ

Dewleta Tirk bênavber Til Temirê topbaran dike

Jinên Êzidî êrîşên dewleta Tirk şermezarkirin: Wê sernekevin!

Li Selahedînê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Nûçeya pişt re
Sendîkaya Rojnamevanan têkildarî êrîşên li ser rojnamevanan daxuyanî da

Sendîkaya Rojnamevanan têkildarî êrîşên li ser rojnamevanan daxuyanî da

Yên Li Pêş

Birîndarê kampa penaberan a Mexmûrê jiyana xwe ji dest da

Birîndarê kampa penaberan a Mexmûrê jiyana xwe ji dest da

Gulan 22, 2022

Duh di encama êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de welatiyê bi navê Hacî Mîrza Elî ku duh...

Gelê Mexmûrê şehîdê xwe sipart axê

Gelê Mexmûrê şehîdê xwe sipart axê

Gulan 22, 2022

Hemwelatiyê Wargeha Mexmûrê ku duh di êrişa balefirên bê mirov û bi çek yên dewleta Tirk de birîndar bibû, şehîd...

Li Mexmûr wesayîtek hate bombebaran kirin

Di bombebarana Mexmûr de ciwanek birîndar bû

Gulan 21, 2022

Di bombebarana wesayîta li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) de ciwanek birîndar bû. Piştî êrişê şêniyên wargehê bi...

Li Mexmûr wesayîtek hate bombebaran kirin

Li Mexmûr wesayîtek hate bombebaran kirin

Gulan 21, 2022

Di nava Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) wesayîtek ji aliyê balafirek bê mirov ve hate bombebarankirin. Piştî êrişê...

Edhem Barzanî êrişên dewleta Tirk şermezar kir

Edhem Barzanî êrişên dewleta Tirk şermezar kir

Gulan 21, 2022

Siyasetmedar Edhem Barzanî derbarê êrişên dewleta Tirk ên îro li ser bajaroka Axceler û Mexmûrê pêkhatin peyamek da û êrişan...

Li Başîkayê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li Başîkayê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gulan 22, 2022

Şevê din baregeha artêşa Tirk a dagirker a li bajaroka Zîlkan a ser bi Başîkayê bibû hedefa êrişan. Di encama...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist