Kurte jiyana serokê Tevgera Goran: Newşîrwan Mistefa

image_print

În, 19 May 2017 – 11:46 

Kurte jiyana serokê Tevgera Goran: Newşîrwan Mistefa

Serokê Tevgera Goran, Newşîrwan Mistefa îro ji ber nexweşiya penceşêrê û di temenê xwe yê 73 saliyê de koça dawî kir. Newşîrwan Mistefa heya roja dawî ya jiyana xwe temenê xwe di nava siyaset û têkoşîna netewî ya Kurd de derbas kir.


NAVENDA NÛÇEYAN

Newşîrwan Mistefa ji sala 2009 ve heta dema wefata xwe di 19’ê Gulana 2017’ê de Serokê Giştî yê Goranê bû.

Mistefa, sala 1944’an li Taxa Serşeqam (Berxaneqa) ya bajarê Silêmaniyê ji dayik bibû û xwendina xwe ya seretayî, navendî û amadeyî li Silêmaniyê bi dawî kiribû.

Sala 1967ê li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Bexdayê xwendina xwe berdewam kiriye û lîsans wergirtiye.

Newşîrwan Mistefa di destpêka salên 1960’î ya sedsala bihorî de, dest bi çalakiyên siyasî kiriye û yekemîn rawestgeha jiyana wî ya siyasî di Yekîtiya Xwandekarên Kurdistanê de bûye. Di navbera salên 1963 û 1964’an de bûye endamê Sekretariya Yekîtiya Xwandekarên Kurdistanê.

Sala 1967’ê bûye endamê şaxeya Silêmaniyê ya Partiya Demokrata Kurdistanê-Baskê Polîtburoyê.

Di destpêka salên 1970’î de çûye Nemsayê û mastirnameya xwe di Yasaya Navdewletî de li wî welatî bi dest xistiye.

Yek ji damezrînerên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê ye û heta sala 2006’ê Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) bûye.

Di sala 2006’ê de dest ji karê hizbî ya di nava YNK’ê de anî û paşê şîrketa Wûşe (bi wateya peyv) damezrand.

Di sala 2009’ê de ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê lîsteyek bi navê Goran pêk anî.

Sala 1981’ê jiyana hevjîniyê pêk aniye û bavê du kuran bi navê Nima û Çiya û keçekê bi navê Çira ye.

Gelek pirtûkên xwe yên di warê siyasî, dîrokî û edebiyatê de ye.

Newşîrwan Mistefa ji sala 2009 ve heta dema wefata xwe di 19’ê Gulana 2017’ê de Serokê Giştî yê Tevgera Goran bû. Newşîrwan Mistefa yek ji kadroyekî sereke û damezrîner yê YNK’ê bû û heya sala 2006’ê jî endamê polîtburoya YNK’ê bû.

Lê, di sala 2009’an de Tevgera Goran (Guhertin) sazkir û piştre Newşîrwan Mistefa di sala 2009’ê de lîsta Goranê ji bo hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê çê kir, ku wê lîsteyê di hilbijartinan de serkeftinek mezin tomar kir û 24 kursiyên parlamentoyê bi dest xist.

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist