Leylan: Divê yekîtiya împaratoriya Medya bê zîndîkirin

Nivîskar û dîroknasa Kurd Şefîqa Elî ku wekî Leylan jî tê naskirin, banga Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrad Karayilan a ji bo yekîtiya neteweyî weke bangeke “pîroz” bi nav kir û diyar kir divê aliyên siyasî ders ji dîrokê werbigirin, yekîtiya împaratoriya Medya zindî bikin.


Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrad Karayilan ê 5’ê Mijdarê beşdarî Bernameya Taybet a Stêrk TV bû, pêşniyar kiribû bi rêya KNK'ê jirewşenbîr, nivîskar, hunermendên bê alî yên li Kurdistanê ji bo pêkanîna yekîtiya netewî komîsyonek bê avakirin.

Ev banga Karayilan ku dengvedaneke mezin çêkir, gelek rewşenbîr û kesayetên siyasî yên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ev bang bi girîngî nirxandin. Nivîskar û Dîroknasa Kurd Şefîqa Elî (Leylan) jî têkildara banga Karayilan ji Rojnews re axivî.

‘Bangeke pîroz e’

Leylan a banga Karayilan ji bo yekîtiya neteweyî weke bangeke “pîroz” bi nav kir got, "Pêwîst e rewşenbîr rol bigirin. Ew xwende ne, dizanin bê Kurdistan çawa parçe parçe bû û hat dagirkirin. Ez bi kêfxweşî amade me bi her awayî beşdarî avakirina yekbûna navxweyî ya Kurdan bibim.”

Leylan a behsa împaratoriya Medya ya bi şoreşa Diyako ava bû û paşê bi xiyanetê hilweşiya kir wiha domand, “Divê aliyên siyasî ders ji dîrokê werbigirin. Dîroka xiyanetê careke din dubare nebe. Pêwîst e yekîtiya împaratoriya Medya zindî bikin."

Leylan destnîşan kir ku pêwîst e dagirker di bihostek axa Kurdistanê de nemînin û wiha axivî: “Divê rewşenbîr têkildarî derxistina baregehên dagirkeran hewl bidin li Iraq û Herêma Kurdistanê biryarê derxin.”

(yş)