Roja 7’ê Kanûnê 3 welatiyên ku ji nahiya Dêrelok ya girêdayî Amêdiyê dema ku li gundê Zêwê li ser zeviyên xwe bûn, balefirên Tirk ew bombebaran kiribûn. Ji wê rojê ve xeber ji wan nedihat girtin. Îro cenazeyê her sê welatiyan hate dîtin.
Sivîlên bi navê Mûhsin Hacî, Sefer Selîm û Hesen Sadiq ên ji eşîra Nêrwehî ne û xelkê bajaroka Dêrelok ya Amêdiyê ne, roja 7’ê Kanûnê li nêzî gundê Zêwe di encama êrîşên dewleta Tirk de hatin qetilkirin.
Ji roja ku êrîş bûyî ve ji ber tevgera balefiran a li ser herêmê welatiyan nedikarin herin cihê bûyerê û ti agahiyek ji her sê welatiyan nedihat girtin.
Lê îro welatiyên deverê tevî tevgera berdewam a balefiran û bombebarana li deverê, berê xwe dan cihê bombebaran lê çêbûyî. Cenazeyê her sê welatiyan cihê ku bombebaran lê bûyî, hate dîtin.
Welatiyên ku cenaze dîtîn, diyar kirin ku her sê welatiyan di encama êrîşên balafirên şer de jiyana xwe ji dest dane.
(kş)