کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Dişem, Gelawêj 15, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Li Avaşînê derbên giran li dagirkeran hate xistin

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
04/10/2021 - 2:22:21 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
Gerîla li Zap û Xakûrkê derbên giran li dagirkeran dan
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Avaşînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên xurt hatine kirin. Did axuyaniyê de hate gotin ku di encama berxwedana gerîla ya Werxelê de dagirker nekarîn bi pêş ve biçin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên gerîla li Avaşînê li dijî dagirkeran çalakiyên xurt kirine. Di daxuyaniyê de li ser êrişên hewayî yên dewleta Tirk jî agahî hatin dayin.

Daxuyanî wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

29’ê Îlonê saet di 18:30’î de li qada berxwedanê ya Werxelê hêzên me li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de ku bi çekên giran hate kirin, hêzên me bi rengekî serketî li hedefên hatine diyarkirin, xistin.

3’ê Cotmehê saet di 13:00 de li qada Girê Şehîd Mûnzûr a Mamreşo, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de bi rengekî serketî li hedefên hatine diyarkirin hate xistin.

3’ê Cotmehê serê sibehê saet di 07:00 de li Werxelê, êvarê saet di 18:00 de li Mervanosê hêzên me 2 caran bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di van herdu çalakiyan de jî bi rengekî serketî li hedefên hatin diyarkirin hate xistin.

Ev çalakiyên ku ji aliyê hêzên me ve hatin kirin, ji bo silavkirina Berxwedêrên Werxelê hate kirin ku di nava şert û mercên herî giran de bi ruhê Apoyî yê xurt şer dikin.

Li herêma Avaşînê li qada berxwedanê ya Werxelê;

3’ê Cotmehê danê êvarê artêşa Tirk a dagirker 4 caran bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand û piştre xwest bi pêş ve biçe. Berxwedêrên me yên Werxelê dest li dagirkeran werdan û şerekî giran qewimî. Di encama berxwedana şervanên me yên Werxelê de dagirker nekarîn bi pêş ve biçin. Dagirkerên ku nekarîn berxwedana hêzên me bişikînin sibeha 4’ê Cotmehê bi çekên giran bombardûman li Qada Berxwedanê kirin.

3’ê Cotmehê saet di 13:15’an de li herêma Metînayê bi balafirên şer bombe li qada Serê Metînayê hate barandin. Heman rojê saet di navbera 15:00-23:00 de li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê, derdora gundên Kêste, Hirorê û qada Kela Qûmriyê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û hawanan hatin bombekirin.

3’ê Cotmehê saet di 13:30’î de li herêma Zapê qada Şehîd Şervan bi balafirên şer hate bombekirin. Ji ber êrişê agir bi qadê ket û şewat hîn jî dewam dike.

3’ê Cotmehê saet di navbera 23:00-00:00 de li herêma Avaşînê li qadên Mervanos û Tabûra Ereban helîkopter geriyan. Heman saetê qada Werxelê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin û serê sibehê jî ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û hawanan hate bombekirin.”

Nûçeya berê

Ji bo Girtiyên Behdînanê bang li her kesê hate kirin

Nûçeya pişt re

Welatiyan ji Şîrîn Ebdula xwestin xizmetek baş ji bo Kerkûkê were kirin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Hadî Amirî li Herêma Kurdistanê hevdîtin kirin

Hadî Amirî li Herêma Kurdistanê hevdîtin kirin

Gelawêj 14, 2022
Di aloziya di navbera welatî û polîsan de ciwanek hate kuştin

Di aloziya di navbera welatî û polîsan de ciwanek hate kuştin

Gelawêj 14, 2022

Di dema avjeniyê de 2 zarok xeniqîn

Bi merasîmekê Wedat Hisên hate bîranîn

Şehîdên Tilizêr û Sîbayê hatin bibîranîn

PYD’ê 15’ê Tebaxê silav kir

Nûçeya pişt re
Welatiyan ji Şîrîn Ebdula xwestin xizmetek baş ji bo Kerkûkê were kirin

Welatiyan ji Şîrîn Ebdula xwestin xizmetek baş ji bo Kerkûkê were kirin

Yên Li Pêş

YJŞ’ê fermandarên YPJ’ê bibîr anî: Tolhildana hevrêyên me erka meye

Êzidî bûne hêzek û hesabê fermanan dixwazin

Gelawêj 14, 2022

Civaka Êzidî îro cangoriyên komkujiya 2007’an a li Tilizêr, Sîba û gundê Izêr bibîr tîne. Ji hemû beşên civakê Êzidî...

Şervanên YBŞ û YJŞ’ê bi merasîmek leşkerî Şehîdên meha Tebaxê bibîranîn

Şervanên YBŞ û YJŞ’ê bi merasîmek leşkerî Şehîdên meha Tebaxê bibîranîn

Gelawêj 14, 2022

HÊJAR AVESTA/ROJNEWS Bi boneya 8’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an û şehîdên meha Tebaxê, şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û...

Komkujiya hatî nixûmandin: Kendekol

Komkujiya hatî nixûmandin: Kendekol

Gelawêj 14, 2022

Piştî salên 1980’an dewleta Tirk a dagirker bi sedan komkujî li dijî gelê Kurd pêkaniye. Yek ji wan komkujiyan jî...

Komkujiya Til Izêr: Konê şahiyê bû konê şînê

Komkujiya Til Izêr: Konê şahiyê bû konê şînê

Gelawêj 14, 2022

Beriya 15 salan nehiya Til Izêr û komelgeha Sîba Şêx Xidir rastî êrîşên wesayîtên bombebarkirî hatin. Di encama vê komkujiyê...

Şervanekî YBŞ’ê di qezayê de şehîd bû

Fermandariya YBŞ’ê: Di şopa Mam Zekî û Seîdan de wê xweseriya Şengalê mîsoger bibe

Gelawêj 14, 2022

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê: “Em şervanên Mam Zekî û Seîdanin û pir serbilindin ku di bin fermandariya wan de me...

Hunermendên Silêmaniyê: Ji êrişên Tirkiyeyê Hikumeta Herêmê berpirse

Hunermendên Silêmaniyê: Ji êrişên Tirkiyeyê Hikumeta Herêmê berpirse

Gelawêj 14, 2022

Hunermendên parzêgeha Silêmaniyê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê gotin: “Hikumeta Herêmê ji êrişên...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist