Şevê din baregeha artêşa Tirk a dagirker a li bajaroka Zîlkan a ser bi Başîkayê bibû hedefa êrişan. Di encama êrişê de 2 leşkerên Tirk li gel endazyarekî Iraqî hatin kuştin.
Li gor zanyariyên ji çavkaniyek taybet bi dest ketine, di encama êrişa duh bi şev a li ser baregeha leşkerên Tirk a li bajaroka Zilkan a girêdayî Başîkayê de 2 leşkerên Tirk li gel endazyarek Iraqî hatin kuştin.
Her wiha Ketîbeya bi navê Ehrar Sincar (Azadiya Şengalê) berpirsyartiya êrişê girt ser xwe. Berdevkê Ehrar Sincar, Derman Tawusmelek di daxuyaniyek ji bo malpera Elxed de got, “Me baregeha dagirkerên Tirk a li Başîqayê hedef girt”
Hat zanîn êriş bi rêya çar balefirên bê mirov pêkhatiye. Berdevkê Ehrar Sincar diyarkir ew êriş bersiva destdirêjiyên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê ye.
(kş)