Li bajaroka Batîfa ya ser bi Zaxo aktîvîstek diyar yê Zaxo ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate girtin. Serokê Koma Tevgera Goran ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar kir ku berpirsyartiya selametiya wî aktîvîstî hêza ewlehiya Dihokê ye.
Rojnameger Eyhan Seîd li ser hesabê xwe yê Fecebook’ê vê êvarê diyar kir ku li hêzên ewlehiyê li ser mala aktîvîst Xorşîd Ferec de girtin û ew girtin û got: “Kak Xurşîd dengek aza û diyar ê Zaxo ye û her binpêkirinek li hember were kirin, aliyên peywendîdar berpirsyar in.”
Herwiha Serokê Koma Tevgera Goran yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih li ser hesabê xwe yê Facebookê girtina Aktîvîst Xurşîd Ferec Axa Gulî piştrast kir û diyar kir ku berpirsyartiya selametiya wî hêzên ewlehiya Dihokê ne.
(ab)