Li Binarê Qendîlê 15 gund man bê ceyran

Îsal li çiyayê Qendîlê berfek zêde barî. Bi hatina werza havînê re berf dihele. Ava ji ber berfê diherike bû sedemê lehiyê. Di encamê de 15 gundên Binarê Qendîlê man bê ceryan.


Helîna berfê ya li çiyayê Qendîlê bûye sedemê lêhî û xirabûna dîregên ceyranê. Ev bûyera helina berfa çiyayê Qendîl wiha kiriye ku lehiyek zêde çêbe û di encamê de 15 gundên binarê Qendîl man bê ceyran. Her wiha metirsiyek zêde jî li ser xirabûba rêyên gundan jî heye.

Rêveberê bajarokê Sengeserê li ser vê pirsgirêkê ji Rojnews ê re axivî û wiha got: “Karmend û tîmên alikariyê yên bajarokê Sengeserê ji bo çareserkirin pirsgirêkê çûne cihê bûyrê. Ji nûve dîregên ceyranê yên xirabûyî çêdikin. Di demek nêz de wê pirsgirêka cayranê ya gundewarên binarê Qendîl bê  çareserkirin.”

(ep)