Li Binarê Qendîlê şahiya ji bo pîrozkirina salvegera damezrandina PKK’ê destpêkir.
Sibe 27’ê Mijdarê roja damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê ye. Bi rast hatina 27’ê Mijdarê re li seranserê Kurdistan û welatên Ewrupayê şahiyên pîrozbahiyê tên lidarxistin.
Îro bi dirûşmeya ‘Bi ruhê berxwedana Werxêlê em mohra serkeftinê li 44. Salvegera PKK’ê didin’ li binarê Qendîlê şahiyek tê lidarxistin.
Şahiya pîrozbahiyê di saet 13:00’an de destpêkir û di van kêliyan de dewam dike. Bi sedan kes ji navçe û bajarên herêma Kurdistanê berê xwe dane gundê Bokirîskan a Binarê Qendîlê û tevlî pîrozbahiyê dibin.
Di pîrozbahiya salvegera damezrandina PKK’ê de alên PKK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Wê hunermend Berhem Şemamî û hin hunermendên din di şahiyê de amade bin û stranên xwe bêjin. Şahî destpêkiriye û tê payîn heya danê êvarî dewam bike.
(nr)