Li Çelê û Barzanê herî kêm 10 leşker hatin kuştin

Hate ragihandin ku gerîlayên HPG’ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê û li Girê Xwedê yê herêma Barzanê derbek giran li dagirkeran xistin. Di encama çalakiyan de herî kêm 10 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.


 Li gorî ajansa ANF'ê ku agahiyên xwe ji herêmê girtine, gerîlayên HPG’ê duh li dijî qereqola Geman a navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek bi bandor lidarxistine. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 8 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin. Li aliyê din gerîlayan wesayîteke Amarok û wesayîteke Kirpî ya dagirkeran jî rûxandin.

Heman rojê gerîlayên HPG’ê li Girê Xwedê ya herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê çalakiyên sekvanî lidarxistin. Hate hînbûn ku di çalakiyan de 2 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyan ti daxuyanî hê nedaye.

(ab)