‘Li cihê ku şer lê diqewime jin baca wê dide’

image_print

Yekşem, 1 Berfanbar 2019 – 14:51  ROJNEWS/SILÊMANÎ

‘Li cihê ku şer lê diqewime jin baca wê dide’

Navenda Wekheviya Zayendî li Hola Kargerî û Aborî ya Zanîngeha Silêmanî ya di çarçoveya çalakiyên 16 rojî ya 25′ ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Şîdeta li ser Jinê bi beşdariya gelek kesan semînerek da.


Navenda Wekheviya Zayendî li Hola Kargerî û Aborî ya Zanîngeha Silêmanî ya di çarçoveya çalakiyên 16 rojî ya 25′ ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Şîdeta li ser Jinê bi beşdariya gelek kesan semînerek da. Gelek, mamostayên zanîngehê, profesor, diktor, xwendekar, jinên ciwan ên welatparêz û nûnerên rêxistinan beşdarî semînebûn.

Semînerê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Di semînerê de Mûdirê Giştî ya Komaleyetî ya Bajarê Silêmanî Omer Gûlpî, Waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekîr, Mamosteyê Zanîngehê Dr. Seyran Berzencî, xwendekarên  Zaningeha Silêmaniyê Pêşha Ebubekîr û Bahar Minzûr axivîn.

Di semînerê de raporek li se 25’ê Mijdarê hate xwendin. Waliyê Silêmaniyê Dr. Heval Ebubekîr li ser şîdeta li ser jinê axivî û anî ziman ku ger Silêmanî bajarekî rewşenbîriye, ev bi saya keda jin û azadiya jin hatiye avakirin û got, “Eger azadiya jin, jinên şervan, gerîla, bijîşk, endezyar, pênûsa jin û helesta jinan nebûya wê Silêmanî nebûya bajarê rewşenbîrî û wêjeyê.”

 Heval Ebubekîr hewildanên Navenda Wekheviya Zayendî ku 2010’an li Zanîngeha Silêmaniyê bi mabesta wekheviya jin û mêr hatiye avakirin girîng dît û got ku divê ev hewildan berdewam bikin.

Piştre Mamosteyê zanîngehê Dr Nasik xêrhatina mêvanan kir û behsa damezrandin û demboriya Zanîngeha Silêmaniyê kir.

Dr. Seyra jî dijî şîdeta jinê axivî û got ku Navendî Wekheviya Zayendî bi armanca ku di nava civakê de ferq û cudahya  zilam ji holê rake hatiye damezrandin û diyar kir ku li dijî şîdetê jinê divê her kes rola dikeve ser milê xwe pêkbîne. Dr. Seyra eşkere kir ku di şer de jin dibin qurbanî û li cihên ku şer rû dide jin baca wê dide.

Ji Rêveberên Navenda Wekheviya Zayendî ya Zanîngeha Silêmanî Hemin Abdulkadir diyar kir ku her kes dikare li ser şîdeta li ser jinê biaxive, lê hizrandina wê zehmete û got ku heta ku pirsgirên mezin nebin  li ser naxivin û got;”Zilam gelek caran bi hîceta şeref, namus û çanda xwe li ser jinê tundûtûjî pêktîne, lê ev yek nayê qebûl kirin.”

(t/ab)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist