Li Derbendîxan aktîvîteya bi navê ‘Ez Kurd im, malên Tirkî nakirim’

Ji bo têkildarî pêngava boykotkirina malên Tirkî li xwendingeha amadeyî ya li navçeya Derbendîxan aktîvîteyeke bi navê ‘Ez Kurd im, malên Tirkî nakirim’ hat lidarxistin.


Li navçeya Derbendîxan a girêdayî Silêmaniyê bi tevlîbûna mamoste û xwendekaran ji bo têkildarî pêngava boykotkirina malên Tirkî li xwendingeha amadeyî aktîvîteyeke bi navê, ‘Ez Kurd im, malên Tirkî nakirim’ hat lidarxistin.

Di destpêka aktîvîteyê xwendekar Rêjîn Sebah û Anya Şaho der barê armanca boykotkirina malên Tirkî de axivîn. Di axaftinan de hat diyarkirin bi kirîna malên Tirkî mirov alîkariyê dide dewleta Tirk a faşîst a li Rojavayê Kurdistanê xwişk û birayên me şehîd dike û wiha hat gotin, “Erka sereke ya me hemû Kurdan ew e li Başûrê Kurdistanê em aboriya dewleta Tirk hilweşînin. Dema em biçin bazarê em kelûpelên Tirkî nekirin.”

Doktor Hekîm Ebdulkerîm jî der barê zerara berhemên Tirkî de wiha got, “Metirsiya nexweşiyên curbicur di nav xwarin û tiştên ji Tirkiyeyê tên Herêma Kurdistanê de hene. Pêwîst e em xwe ji wan berhemên Tirkî dûr bixin. Berhemên navxweyî bi kar bînin. Metirsiya ti nexweşiyekê di wan de nîne.”

Yek ji rêveberê aktîvîteyê Niyaz Faruq ê ji Rojnews re axivî got: “Me girîng dît ku têkildarî boykota malên Tirkî û zerara berhemên Tirkî xwendekarên xwe serwext bikin.”

(yş)