Li Deşta Herîr ya ser bi parêzgeha Hewlêrê cûrekî kêzikan daye zeviyên dexlûdan, ev cûrê kêzikan ziyanek mezin bi genim û ceyê cotyaran gihandiye. Cotyarên deverê jî diyar dikin ji ber kêzikan berhemê wan bi kêrî tiştekî nayê.
Cûrek yê kêzikan bi navê Sin û çîsele ku li sinorê deşta Herîr nû derketiye, ev cûrê kêzikan di nava guliya genim de belav dibe, libikên genim dimije û hişk dike.
Cotyarê bi navê Muzafer Hamid ku xelkê bajaroka Batas a ser bi Herîrê ye got: “Li vê herêmê salane rêjeyek zêde ya genim û ce tê çandin. Devera me jibo çandina dexlûdan destdaye û dewlemende. Lê ev du salin kêzikek dide zeviyên me û ziyanek mezin digihîne berhemên me. Ev cûrê kêzikan libikên genim dimije, zuha dike û êdî ew genim bi kêrî tiştekê nayê.”
Cotyar gazinda dikin û diyar dikin ji bo tinekirina van kêzikan, hikûmet ti alîkariyek ya derman bi wan re nake.
Muzafer Hamid da zanîn hikûmetê ti alîkariyek pêwîst a derman ji bo tinekirina wan kêzikan bi cotyaran re nekiriye.
Ji bo pêşîlêgirtina van kêzikan niha hinek cotyaran dest bi derman reşandina zeviyên xwe kirine. Lê cotyar diyar dikin bi vî rengî nikarin pêşî lê bigrin. Cotyar dibêjin ger hemû zevî bihevre neyên reşandin, kêzik ji zeviyên nehatine reşandin cardin derbasî nava zeviyê hatî reşandin dibe. Ji bona wê pêwîste hikûmet dest bi reşandina hemû zeviyan bike.
Cotyarê bi navê Faris Usu jî da zanîn bi salane ew li deşta Herîrê genim û ce diçînin. Lê ti sal wek îsal kêzikan nedane zeviyan û zerer negihandine berhemên cotyaran.
Li sinorê Herîr û Batas 99 gund hene. Piraniya van gundan ce û genim diçînin û debara xwe bi çandiniyê dikin. Bi gotina cotyaran hikûmet ji bo deverê 820 lître dermanê tinekirina kêzikan şandiye, lê ger ev derman bi ser cotyaran de were belavkirin, her cotyarek bi qasî 2 lître ber dikeve. Cotyarên deverê diyar dikin pêwîstiya wan bi 11 hezar lître derman heye.
Îsal li Deşta Herîr li 75 hezar donim zeviyan genim û ce hatine çandin. Zêdetirî 134 hezar donim zeviyên çandiniyê ji bo genim û ce hene. Salane zêdetirî 35 hezar ton berhemê dexlûdan ji deşta Herîr tê bidestxistin û yek ji deştên herî destdaye ji bo berhemên çandiniyê.
(kş)