Li Dihokê 400 malbatên Êzidî ji alîkariya mirovî bê parin

Li Komelgeha Şariya a li Parêzgeha Dihokê 400 malbatên Êzîdî ku di dema êrîşa çeteyên DAIŞ ya li ser Şengalê penaber bûn, ji alîkariya mirovî bê parin. Penaberan banga alîkariyê kirin.


Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ êrîşê civaka Êzidî kirin û komkujiyek mezin pêkanîn. Di encama êrîşê bi sedan kes hatin qetil kirin û ewqas jî hatin revandin. Bi hezaran Êzidî neçarman warê xwe berdin û berê xwe dan Herêma Kurdistanê.

Êzidiyên çûn herêma Kurdistanê li wargehan hatin bicih kirin. Hîn jî bi hezaran Êzidî di kampan de jiyan dikin û ji alîkariya mirovî bê parin.

Welatiyê bi navê Seyîd Xwedê da ku niha li Komelgeha Şariya a Dihokê jiyan dike ji RojNews re axivî. Seyîd got ku ji destpêka fermanê ve ew 400 malbatên Êzidî ji dervey kampê dinava kavil û çadiran de jiyan dikin û wiha pêdeçû; “Ne hikumet ne jî rêxistinên mafên mirovan bi mere nabin alîkar. Ji aliyê rêxisitnên mirovî ve ji bo malbatên dinava kampan de alîkariyek biçûk tê dayîn. Lê ji bo me ku em di bin çadiran de jiyan dikin nayê dayîn.”

Seyîd got ku ji ber cih di wargehê de nîne, ew ji neçarin dibin çadiran de jiyan dikin û banga alîkariyê kir.

(nr)