Li Dihokê di qezaya tirafîkê de du kesan jiyana xwe ji destdan

Li ser rêya dinavbera bajarokê Şêxan û Akrê yên girêdayî parêzgeha Dihokê qezayek tirafîkê rûda. Di encama qeza tirafîkê de jin û zilamek ku hevserên hevbûn jiyana xwe ji destdan.


Piştî saetên nîvro li ser rêya sereke ya dinavbera bajarokê Şêxan û Akrê yên ser bi parêzgeha Dihokê de du wesayîtan li hevxistin. Di encama qezayê de du kesan jiyana xwe ji destdan, kesên ku jiyana xwe ji destdan hevserê hevbûn û navê wana jî Amir Xeyrûllah û Susin Rukan bûn.

(şk)