Li Dihokê Herkî û Zêbarî li hev ketin: 3 kuştî hene

image_print

În, 7 Tîrmeh 2017 – 21:30 

Li Dihokê Herkî û Zêbarî li hev ketin: 3 kuştî hene

Li Dihokê di navbera eşîreta Herkî û eşîreta Zêbarî de şer derket. Di encama  pevçûnan de sê kes hatin kuştin û du kes jî birîndar bûn.


SIÛD ŞAY GORAN / ROJNEWS

Îro danê êvarî li gundê Bajêran yê ser bi navçeya Akrê ya girêdayî Dihokê di navbera eşîra Herkî û eşîra Zêbarî de şer derket. Di encama pevçûnan de sê kes hatin kuştin û du kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyek ku nexwest navê xwe eşkere bike têkildarî mijarê ji ajansa me re wiha got: “Ji destpêka bûyerê ve hezên emnî ji bo kontrolkirina bûyerê çûn cihê bûyerê lê heta niha aloziya di navbera eşîran de berdewam dike. Eşîr li hemberî hev rawestiyayîne û ji bo tolhildanê êrîşî hev dikin.

Heman çavkanî diyar kir ku ji eşîreta Herkî kesek hatiye kuştin û du kes jî ji eşîreta Zêbarî hatine kuştin. Her wiha hat ragihandin ku herdu birîndar jî ji eşîreta Zêbarî ne.

Çavkaniyê ku nexwest navê xwe eşkere bike ragihand ku şer li ser cuka avê çêbûye, lê hinek ragihandinên ser bi PDK’ê ragihandin ku şer li ser lîstoka topê çêbûye.

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist