Li Dihokê jinek û ciwanek hatin kuştin

Li bajarê Dihokê kesekê piştî ku ciwanekî 32 salî kuşt, hevjîna xwe ji kuşt.


Li Dihokê ji aliyê kesekê ve du kes hatin kuştin. Li gorî daxuyaniya polîsên Dihokê şevê din kesekê bin navê (M.M ) ê 38 salî piştî ciwanekî 32 salî kuşt, hevjîna xwe jî kuştiye.

Li gorî daxuyaniya Polîsên Dihokê, kesê bi navê (M.M) li nêzî avahiyên Dabîn ên li Dihokê şevê din ciwanê 32 salî bi guleyê dikuje, piştre diçe Amêdiyê û li wir hevjîna xwe ji dikuje.

Polîsên Dihokê diyar kirin ku kesê kujer piştî bûyerê teslîm bû ye û lêpîrsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.

 

(ep)