Li Dihokê kesekî jinek ciwan kuşt û dawî li jiyana xwe jî anî

image_print

Yekşem, 5 Nov 2017 – 16:05 

Li Dihokê kesekî jinek ciwan kuşt û dawî li jiyana xwe jî anî

Di Dihokê ciwanekî 17 salî piştî ku jinek ciwan a 17 qetil kir, dawî li jiyana xwe anî. Li ser mijarê Berdevkê Polîsên Dihokê got; “Wî ciwanî ji bavê wê keçê daxwaza keça wî kirî bû, lê bavê wê qebûl nekirîn bizewicin.”


SIUD ŞAY GORAN / DIHOK

Li Dihokê şevê din ciwanekî 17 salî piştî ku jinek ciwan a 17 qetil kir, dawî li jiyana xwe anî. Berdevkê Polîsên Dihokê Hêmin Silêmaniyê li ser mijarê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Şevê din li Dihokê ciwanekî 17 sakî bi çekê êrîşî malekê kiriye û di encamê de keçek 17 salî jiyana xwe ji dest da. Piştre ciwanê 17 salî ji dawî li jiyana xwe anî. Tîma me çûn cihê bûyerê.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Ew ciwan çend caran çûye ew jina ciwan xwestiye. Lê bavê keçkê razî nebûye di temenê biçûk de keça xwe bizewicîne.”

(rn)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist