Li dijî lihevkirina Hewlêr, Şîrketa Kanadî û Tirkiyeyê şofêran xwepêşandan pêk anîn

image_print

Pênçşem, 9 Feb 2017 – 16:52 

Li dijî lihevkirina Hewlêr, Şîrketa Kanadî û Tirkiyeyê şofêran xwepêşandan pêk anîn

Nêzî 400 şofêran li gundê Bêsan yê bajarokê Şêxan li dijî lihevkirina di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê, şîrketa Kanadî û dewleta Tirk de dest bi xwepêşandanê kirin.


SEHUD ŞAY GORAN / DIHOK

Îro di saet 15:00’an de 400 şofêrên wesayîtên balhilgir li gundê Bêsan yê bajarokê Şêxan a Dihokê li ber deriyê Şîrketa Gul Bêstun dest bi xwepêşandanê kir.

Yek ji beşdarvanên xwepêşandanê yê bi navê Seîd Îsmaîl ji ajansa me re axivî û got: “Ev qasî 2 salane em divê şîrketê de kar dikin, niha ji ber lihevkirina di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê, şîrketa Gul Bêstun û dewleta Tirkiyeyê de, destûr nayê dayîn ti şofêrek yê Iraqî di vê şîrketê de kar bike.”

Her wiha Îsmaîl got: “Em bi riya xwepêşandanê rêgirî li wan şofêrên Tirk dikin ku di şîrketê de dest bikar bikin.”

Seîd Îsmaîl eşkere kir ku wê berdewam bin di xwepêşandanan de û got: “ Em ji vir naçin, em daxwaz dikin hikûmet ji biryara xwe vegere. Ger wisa neke em ji wê helwestên cudatir bigrin.”

Şîrketa Gul Bêstun, şîrketek Kanadiye ku karê derxistina petrola reş li gundê Bêstûn dike. ev nêzî 2 sale li vî gundî dest bi kar kiriye.

(mk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist